Îşxalkeran careke din agirbestê îxlal kirin êrîşî Libnanê kirin

Rejima îşxalker digel peymana agirbestê, li dijî herêma Bekaaya Libnanê êrîşeke asîmanî li dar xist. Piştî êrîşê li herêmê dûman bilind bûn, lê derheqê candayînan de hêj tu daxuyanîyek nehat dayîn.
Artêşa îşxalê, daxuyand ku ew li herêma Bekaaya Libnanê hinek êrîşan pêk anîtine. Li gorî çapemenîya Libnanê jî êrîş li herêmên çîyayî yên Bekaayê pêk hatine.
Di dîmenên ku hatine parvekirin de tê dîtin ku li herêmê dûman bilind dibin, lê ji teref rayedaran ve hêj daxuyanîyeke fermî nehat dayîn.
Di navbera rejima îşxalker û Hîzbullahê de di Mijdara 2024an de peymaneke agirbestê hatibû îmzekirin, lê digel vê agirbestê artêşa îşxalker li xeta sînor êrîşên xwe didomîne. Li gorî çavkanîyên Libnanî ji roja ketina merîyeta agirbestê heta niha îşxalkeran 4 hezar û 500 caran agirbestê îxlal kirin.
Di êrîşên ku di Cotmeha 2023yan de dest pê kiribûn û di Mijdara 2024an de ji qirkirineke mezin re vegerîyabû de ji 4 hezarî zêdetir mirov şehîd bûbûn, nêzê 17 hezar mirov jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HAMASê, ji dîmenên ku wezîrê qaşo yê rejima îşxalker Ben Gvir ji girtîyên Filistînî re muameleyên xerab dike û wan bi înfazê tehdîd dike re bertek nîşan da, bang li civakê kir ku li hember sûcên îşxalkeran tevbigerin.
Li peravên bajara Mahdîaya Tunusê keleka ku koçber di nav de bûn bin av bû, di encamê de zarok û pitik jî di nav de herî kêm 40 kesan canê xwe ji dest dan.
Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, daxuyand hejmarê şehîdên ku di encama êrîşên rejima îşxalker a ku ji Cotmeha 2023yan vir ve bikartîne de şehîd bûne derketîye 68 hezar û 234 kesan, hejmarê birîndaran jî gihîşt 170 hezar û 373 kesan.