Îşxalkeran êrîşî Kampa Nuseyratê kirin: 8 şehîd, 20 birîndar
Hat ragihandin ku di êrîşên rejima îşxalker a siyonîst de ku li Kampa Penaberan a Nuseyratê kirin herî kêm 8 Filistînî şehîd bûn û 20 Filistînî jî birîndar bûn.
Rejîma îşxalker êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê di roja 278emîn de berdewam dike. Di êrîşa ku ji teref rejima îşxalker ve li ser Kampa Nuseyrat a li navenda Xezzeyê hat lidarxistin de 6 jê zarok 8 Filistînî şehîd bûn û 10 Filistînî jî birîndar bûn.
Di êrîşên balafirên şer ên sîyonîstan ên li bakurê bajarê Xezzeyê de herî kêm 10 Filistînî birîndar bûn.
Di êrîşên li başûrê bajêr de jin û zarok jî di nav de gelek Filistînî birîndar bûn.
Doh jî îşxalkeran êrîşî deriyê dibistana li Xan Yûnisê ku Filistîniyên xwe li wê derê sipartibûn kirin û di encamê de 29 kes hatin şehîdkirin û 53 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Balafirgeha Leşkerî ya Teftenazê li gundewarê Îdliba Sûrîyeyê, teqînên bê sedem qewimîn.
Li nêzîkî Otoyola 65an, nêzîkî bajarê îşxalkirî yê Heyfayê, balafireke biçûk ket xwarê û kesek mir û yekî din jî bi giranî birîndar bû.
Li gorî Axios, ku ji çavkaniyên xwe vedibêje, Emrîkayê du bataryayên mûşekên Patriot ên din ji bo parastina tesîsên petrol û gazê li Erebistana Siûdî û Qeterê bi cih kirine.
Bang hat kirin ku bila sivîl bên parastin û pabendî qanûnên mirovahiyê bin.