Îran: Divê Emrîka zirarên xwe tezmîn bike

Tehranê ji Emrîkayê xwest ku zirarên êrîşan tezmîn bike.
Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade got ku Emrîka mecbûr e ku zirarên ku ji ber êrîşên xwe yên li ser axa Îranê çêbûne tezmîn bike.
Li gorî ajansa nûçeyan a Mehr, Hatîbzade gotiye, "Divê Washington ji bo zirara ku li tesîsên Îranê çêbûye tazmînatê bide Tehranê", û her wiha gotiye ku Îran li ser vê mijarê gilî û gazinan li NY dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) diyar kir ku ji ber kêmbûna avê, mirovên li Şerîda Xezzeyê di talûkeya mirinê de ne.
Di êrîşên rejima qatil de herî kêm 100 Filistînî şehîd bûn, ji wan 13 kesên wan jî li alîyê noqteya belavkirina alîkarîyê bûne.
Çeteyên cihûyî yên ku di bin parastina rejima sîyonîst de ne, li bajaroka Kafr Malika rojhilata Şerîaya Rojavayê êrîşan pêk anîtin, di encamê de 3 Filistînî şehîd bûn, 7 kes jî birîndar bûn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump doza gendeliyê ya ku li dijî Serokwezîrê rejîma sîyonîst Benyamin Netanyahu hatiye vekirin, parast. Trump Netanyahu wekî "qehreman" bi nav kir û xwest ku doz were betalkirin an jî Ew were efûkirin.