Îranê: Di êrîşa îşxalê ya li dijî girtîgehê de 71 kesan canê xwe ji dest dan

Îranê, diyar kir ku di êrîşa rejima îşxalker a ku di 23yê Hezîranê de li dijî girtîgehekî li dar xist de, 71 kesan candan.
Berdevkê Mesulê Daraza Îranê Asgar Cîhangî, destnîşan kir ku di êrîşa îşxalê ya 23yê Hezîranê li dijî Girtîgeha Evîna Tehranê de herî kêm 71 kesan canê xwe ji dest dan.
Cîhangîr, êrîşên îşxalê wek sûcekî nirxand û got ku xesarên muhîm û maddî çêbûne.
Di 23yê Hezîranê de rejima îşxalker Girtîgeha Evîn a li Tehranê jî hedef girtibû, hinek avahî jî zerarê dîtibûn.
Hat destnîşankirin ku di navbera mirîyan de hinek mehkûm, hinek malbatên wan ku hatibûn zîyareta wan, personelên îdarî, leşker û mirovên ku di xanîyên nêz de dijîyan mirine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îro, çeteyên cîhûyîyan di bin parastina polêsên sîyonîstan de katin nav Mescîdî Eqsayê.
Rejima sîyonîst ku li dijî Xezzeyê qirkirina xwe didomîne, doh ji seatên serê sibe ve bombardmanan pêk tîne, di encama êrîşa xwe ya nû de sîvîl û Filistînîyên ku di rêza alîkarîya însanî de bûn herî kêm 97 kes şehîd bûn, bi sedan mirov jî birîndar bûn.
Li herêmên cuda yên Şerîaya Rojavayê êrîşên rejima sîyonîst berdewam dikin. Di bûyerên ku nav rojê pêk hatin de sê ciwan şehîd bûn, mirovek birîndar bû, gelek kes jî hatin êsîrgirtin.
Şûbeya Micadeleya bi Narkotîkê re ya bajarê Derayê, li alîyên qezayan 1,7 milyon hebên tiryakê ku ji bo derveyê welat bêne birin û di depoyê de têne girtin bidestxist.