Êsîrê îşxalker ku hatibû serbestberdan: Micahîdên Qessam hurmetê nîşanê min dan
Îşxalker Metan Tsenjauker ku ji teref Qessam ve hatibû êsîrgirtin, îtîraf kir ku ew, “muameleyeke însanî min dît”. Dûre got, “Xwarinê didan min, tu xerabîyekî wan negihîştîye min.”
Tûgayên Qessam êsîr Metan Tsenjauker ku di destê wan de bû, di dewra pevguhertina êsîran de serbest berdabû û Metan Tsenjauker derheqê wan rojên ku êsîrbû de agahîyên balkêş da.
Tsenjauker, ji çapemenîya îşxalker re axivî û got ku micahîdên Qessam, “wek însanan bi min re eleqe bûne” û heta ku hatibû serbesthiştin jî xwarin û avê dane wî.
Metan Tsenjauker, ji qenal 13ê re axivî û got, “Tu kes bi xerabî bi min re eleqe nekir. Daîma li cem min bûn û nobedê digirtin, di wan deman de jî hurmetê nîşanê min dan. Lazimatîyên min ên wek xwarin, av û yên dinê temîn kirin.”
Êsîr îfade kir ku ew di dema esareta xwe de di nav konê sîvîlan de gerîyaye û digel vêya jî artêşa îşxalê nikaribûye bighêje wî.
Êsîr îfade kir ji ber ku dayîka wî di serbesthiştina wî de bibiryar bûye û gel protestoyan kirîye hikûmeta wî pevguhertina êsîran pêk anîtîye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
UNICEFê diyar kir ku rejîma sîyonîst bi zanebûn rê li ber gihandina alîkariyên mirovî digire û bi hezaran pitik li Xezzeyê di talûkeya mirinê de ne.
Artêşa qaşo rejîma sîyonîst careke din sînorê Sûrîyeyê îxlal kir û bi wesayîtên leşkerî kete gundewarê Quneytrayê. Hikûmeta Şamê tekez kir ku ev êrîş îxlalkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî ne.
Qutiya reş a balafira barhilgir a C-130 a Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ku li Gurcistanê ketibû, hat dîtin.