Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, Serokê T-KDPê Kardaş zîyaret kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, Serokê Giştî yê Partîya Demokrat a Kurdistan-Tirkîyê Mehmet Emîn Kardaş zîyaret kir.
Yapicioglu, Kardaşê di Serokatîya Bajêr ya Diyarbekir a Partîya Demokrat a Kurdistan-Tirkîyê de zîyaret kir.
Di zîyaretê de Yapicioglu û lijneya bi wî re ji teref Kardaş ve hatin pêşwazîkirin.
Yapiciogluyê ku di zîyaretê de axivî weha got, “Em ê fikr, nirx û nerînên xwe yên derheqê rojevê de gotûbej bikin û ji hev re bibêjin. Em ê derheqê çareserîya meseleya Kurd de li ser ka em dikarin çi bikin xeber bidin û gotûbejan bikin. Divê ku partîyên sîyasî gotûbejan bikin, dîyalogan bikin û ev rêyan jî vekirî bihêlin. Bi îzna Xwedê ew ê ji vê pê ve jî ev dîyalogên me bidome. Dibe ku di hinek meseleyan de fikrên me, nerînên me û sekna me cuda be lê di hinek hîsan û hinek meseleyan de nerînên me yên hevpar hene. Em ê derheqê meseleyên Kurdistana Bakur, Başûr û parçeyên dinê û meseleyên Tirkîyeyê de biaxivin. Ez hêvî dikim ku ev hevdîtinên me yên ku bidomin ji xêr û çareserîyê re bibe wesîle.
Kardaşê ku diyar kir ku ew ji ev zîyaretê kêfxweş bûne, ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu re ji ber zîyareta wî sipasîyan kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat desntîşankirin ku ew ê li Sûrîyeyê hilbijartin di meha Îlonê de bê lidarxistin û ew ê jimara qoltixa Meclîsa Gel jî ji 150yan derkeve 210an.
Wekîlê Serokê Giştî û Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, di axavtina xwe ya ku li Meclîsê li dar xist de; derheqê pirsgirêkên namzedên hecê, zema ku ji destheqê kêmtirîn re bê kirin, pirsgirêkên navendên rehabîlîtasyon û perwerdehîya taybet, mueyyîdeyên welatên Ewrûpayî ya li dijî rejima îşxalker de nirxandinan kir.
Li bazara dîrokî ya Entabê amadekariyên Cejna Remezanê ya ku tê kirin bi dawî bûn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku wan êrîşek mezin li dijî Tevgera Ensarullah a Yemenê pêk anîne.