Parlamenterê HUDA PARê Ramanli: Divê ji bo Xezzeyê gavên ber biçav bêne avêtin

Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, di Meclîsê de daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist û ji bona ku derheqê meseleya Xezzeyê de gavên berbiçav bêne avêtin bang kir.
Ramanli, ji mazûvantîya ji bo fîrmayên ku qirkirinê re destekê didin û li Stenbolê hatine pêşwazîkirin jî bertekek nîşan da.
Ramanli destnîşan kir ku divê welatên Îslamê xeyn ji gotin û şermezarkirinan gavên ku bi çavan têne dîtin bavêjin, “Divê gavên berbiçav û vê qirkirinê asteng dike bêne avêtin. Serê ewil divê ji bo Xezzeyê qorîdorekî alîkarîya însanî ya ewle û daîmî bê sazkirin, bi vê armancê ji herêmê re hêzekî parastina însanî ku ji çavdêrên navneteweyî pêk tê were şandin. Divê bi pêşengîya Tirkîye û Qeterê ji bona ku ji Xezzeyê re alîkarî bê şandin û derîyên sînor vekirî bêne hiştin koalîsyonekî alîkarîya însanî ya herêmî bi lez û bez were damezrandin.”
Serkan Ramanli bang li Misirê jî kir ku bila Derîyê Sînora Refahê veke, di vê warî de divê ji bireveberîya Misirê re zext bê çêkirin, “Divê ji keştîyên alîkarîyê yên ku diçin Xezzeyê re parastinekî navneteweyî bê çêkirin; ji bona ku rejima îşxalker dorpêçê îxlal bike jî mueyyîdeyên fiîlî bêne tetbîqkirin.”
“Vê rejimê li Xezzeyê bidin sekinandin, heger neyê sekinandin ew ê sibe gelek dereng be”
Serkan Ramanli bal kişand ku biryara rejima sîyonîst a “Biryara îlheqkirina Şerîaya Rojavayê” encama bêdengîya cîhanê ya li hember qirkirinê ye, “Ev bêdengî ji rejima sîyonîst re hemû cesareta pêkanîtina sûcê dide. Xespa bêdeng a axên Filistînê, êdî bûye xespa vekirî û bi nav û deng. Heger biryara îlhaqkirinê tetbîq bikin, rejima sîyonîst wê tu sînorekî nas neke; bi tevî Quds û Mescîdî Eqsayê; Misir, Urdun û Sûrîye di serî de wê hemû welatên herêmê bikevin nav talûkeyekî mezin. Weka ku em di serî de dibêjin: Vê rejimê li Xezzeyê bidin sekinandin, an na ew ê sibe gelek dereng be.”
“Mazûvantîkirina ji şîrketên hevparê qirkirinê re nayê îzehkirin”
Ramanli ji beşdarbûna şîrketên ku rasterast an jî nerasterast ku ji îsraîlê sîyonîst re destekê didin ji Fûara Senayî ya Parastina ÎDEFê ku li Stenbolê hat tertîpkirin re bertek nîşan da û got, “Van şîrketên ku ji qirkirina li Xezzeyê têne kirin re hevpar in, li welatên me têne mêvankirin, tu îzahekî vêya tineye. Li hember qirkirineke zelal û vekirî ya li Xezzeyê ev bû çend meh e berdewam dike, van hevparîyên bazirganîyê heger nerasterast be jî, hevkarîya ji sûca însanîyetê re ye.”
“Ji kesên ku li hember sûcên qirkirin û qetlîaman disekinin re midexele neyên kirin, ji hevparên sûcan re midexele bê kirin”
Ramanli îfade kir ku binçavkirina ciwanên ku fîrmayên alîgirên sîyonîstan protesto dikin ne tiştekî rast e, “Muameleyên ewakî, gotinên Tirkîyeyê yên derheqê Filistînê de nakokîyeke ciddî derdixe holê. Tirkîye dibêje ku ez li cem Filistînê me; divê bi lez û bez dev ji polîtîkayên xwe yên ewlehîyê ku bi vê gotinê nakeve berde. Divê ji kesên ku li hember sûcên qirkirin û qetlîaman disekinin re midexele neyên kirin, ji hevparên sûcan re midexele bê kirin. Di vê çarçoveyê de divê ji muameleyên nehiqûqî re dawî bê anîtin û dev ji vê gotin û hereketê ne wek hev bê berdan.”
“Gelê Sûrîyeyê; divê xwedî li serxwebûnîya welat derkevin”
Ramanli destnîşan kir ku rejima sîyonîst û Emrîka bi zanebûn dixwazin ku Sûrîyeyê bikin nav kaosekî, “Li ser axên Sûrîyeyê tê xwestin ku bi komên cuda li gorî armancên rejima sîyonîst parçebûnîyek û bêîstîqrarîyek were çêkirin. Gelê Sûrîyeyê ku 14 sal e di nav êş û eleman de bûn; li hember vê planan bi hemû mezhebî, irqî û dînî bibin bedenek, û xwedî li serxwebûnîya welat derkevin.”
“Divê ji bireveberîya Sûrîyeyê re di warê dîplomatîkî, aborî û ewlehîyê de destekên berbiçav bêne dayîn”
Ramanli herî dawîn weha got, “Di vê pêvajoyê de bireveberîya Sûrîyeyê sekinekî hemû kesan di nav xwe de bihewîne û ji çareserîya sîyasî re vekirîye nîşan bide, ev jî yek ji gavên beredaykirina midexeleyên derve û planên derve ye. Divê di serî de Tirkîye û hemû welatên herêmê li hember xebatên bêîstîqrarkirina Sûrîyeyê ya rejima sîyonîst bisekinin; ji bireveberîya Sûrîyeyê re di warê dîplomatîkî, aborî û ewlehîyê de destekên berbiçav bêne dayîn.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gundê Kayaonu yê navçeya Palu ya Xarpêtê, di madeneke taybet a kromê de hilweşînek çêbû.
Li gundê Kavakliya navçeya Yenîşehîra Bûrsayê di daristanê de şewat derket, ji şewata ku derket re hem ji hewa hem jî ji bejahîyê midexele tê kirin.
Li gundê Pinarlara navçeya Derelîya Gîresûnê, wesayîtekî ku dixwest par bike gêrê şerempolê bû. Di qezayê de yek jê giran 5 kes birîndar bûn.
Li navçeya Alacakayaya Xarpêtê di kana madenê de hilweşîn pêk hat, karker di binî de mane.