Wezîr Yerlîkaya: Ji ber lehîyê 9 kes canê xwe ji dest dan
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya got ku ji ber baran û bagerê heta niha 9 kes canê xwe ji dest dan.
Ji ber baranên ku ev bû çend roj li tevahîya welêt dibare û tesîra xwe zêde dike li gelek bajaran lehî rabûn û bi dehan mal û kargeh an di bin avê de man an jî zirar dîtin.
Hat ragihandin ji ber lehîyan çend kes canê xwe ji dest dan ku derbarê vê yekê de ji teref Wezîrê Karên Hundir Alî ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Wezîr Yerlîkaya di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji ber lehîyên ku rabûn li Zonguldakê 3 kes, li Diyarbekirê kesek û li Êlihê jî 4 kes canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di operasyonên narkotîkê yên ku ji hêla ekîbên cendermeyan ve li Dîyarbekirê hatin kirin de, 253 hezar û 752 nebatên esrara skunk, 42 kîlogram û 600 gram esrar, û 24 gram metamfetamîn hatin desteserkirin. Di operasyonan de li dijî 25 şikdaran tedbîrên qanûnî hatin girtin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di peyama ku derbarê êrîşa li Turgutluya Manisayê de weşand de bal li ser girîngiya perwerdehiya exlaqî û saziya malbatê ji bo pêşîgirtina li çerxa tundûtûjî û hilweşîna exlaqî kişand.
Li navçeya Mîlas a Mûxlayê, di şerê bi kêran ê di navbera hevkarên karker ên ku di heman malê de dijiyan de kesek mir û du kes birîndar bûn.
Li navçeya Eyûbî ya Rihayê di qezaya trafîkê ya ku du wesayît tê de bûn de 3 kes birîndar bûn.