Weqfa Êtîman ji bo Kurdên li Sûriyeyê daxwaza alîkariyê dike
Weqfa Êtîman ji bo hemî rêxistinên civaka sivîl bangek lezgîn kir ku ji bo deverên şer ên li Sûrîyeyê ku piraniya nifûsê wan Kurd e, alîkariyê bikin.
Serokê Weqfa Êtîman Fîkrî Karavîl li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bangek kir, bal kişand ser krîza mirovî ya li Sûrîyeyê ku her ku diçe giran dibe û xwest ku lazimatîyên gelên bindest ên ku bi taybetî li Heleb, Efrîn, Qobanî, Hesekê û Qamîşlî ya ku şer û pevçûn lê diqewimin dijîn, werin temînkirin.
Karavîl diyar kir ku divê zehmetiyên ku gelê Kurd ê bindest ê li herêmê dijî û ne di nav şer û pevçûnan de ye, neyên paşguhkirin û weha got:
"Ev banga min ji bo hemû rêxistinên nehikûmî ye. Çawa ku we li hemû herêmên bindest xebata fedakar kirîye, dem hatiye ku hûn ji bo gelê Kurd ê bindest ku ne alîgirê şer û pevçûnan e, seferber bibin. Dem hatiye ku em li kêleka birayên xwe yên li Heleb, Efrîn, Qobanî, Hesekê û Qamîşlî bisekinin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gundê Xerabê Ripina navçeya Hezexa Şirnexê, rêyê gundan bûne behra çamûrê. Xwendekarên ku diçin dibistanan, ji ber çamûrê zor û zehmetîyan dikişînin.
Li Agirî û Wanê ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş ders ji bo rojekê hatin rawestandin.
Pêşbirka Sîyerê (Jiyana Pêxemberê me), ku îsal ji bo cara 16emîn ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin, bi beşdariyeke mezin li seranserê Tirkîyeyê hate lidarxistin.
Li Osmaniyeyê, polêsan li ser şûbheyê otomobîlek dan sekinandin û lêgerîn kirin, di bagaja otomobîlê de 36 kîlo skunk dîtin. Du kes hatin binçavkirin û piştre ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.