Şewatên li Kastamonû û Karabûkê berdewam dikin

Ji ber şewata ku ev bû çend roj e li Karabûk û Kastamonûyê diqewime gelek gund hatin valakirin, xebatên vemirandinê jî bi hemû dijwarîya xwe berdewam dike.
Şewata ku di 31ê Tebaxê de li navçeya Eflanîyê dest pê kir, mezin bû û belavê Araça navçeya Kastamonûyê bû.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Kastamonûyê ve hat belavkirin de; 17 helîkopter, 1 balafira tankerê, 21 tankerên avê, 32 qamyonên avê, 27 wesayîtên midexeleya lezgîn, 12 wesayîtên kar, 8 qamyon û treyler, 47 wesayît û 437 personel di vemirandina şewatê de wezîfe digrin. Berîya gundên Guzelce, Kiziloren, Ahatlar, Îhsanli û Şîrînguneyê ku hatibûn valakirin niha jî gundên Oycalî, Yeşîlova û Karacalarê jî di koordînasyona AFADê de hatin valakirin.
Hat destnîşankirin ku ji şewata li Karabûkê re jî 5 helîkopter, 101 wesayît û 379 personel midexeleyê dikin.
Rayedaran desntîşan kirin ku xebatên vemirandina şewatê bênavber berdewam dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di salvegera şehadeta wî de, şehîd Selahaddîn Uruk, yek ji pêşengên Cemaeta Hîzbûllah bû, li ser gora wî ji teref xizm, hezkirîyên wî û hevalên wî ve hate bîranîn.
Li navenda Êlihê du wesayît li hev qelibîn û wesayîtek bi tesîra qezayê teqle avêt, li gorî diyarîyên ewil 2 kes birîndar bûn.
Saziyên civaka sivîl li Êlihê ji bo hişyarkirina li ser birçîbûn û êşên li Xezzeyê yên ku ji ber êrîş û ambargoyên nêzîkî du salan çêbûne, çalakiyek bêdeng li dar xistin.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Berdevkê Partîyê Yunus Emîroglu nirxandinên partiya xwe yên li ser rojeva hindir û derve bi raya giştî re parve kir.