Provokatorê ku digot “Yên ku şerîatê dixwazin, hûnê werin daleqandin” hat qefaltin

Hat tespîtkirin mirovê ku di mîtînga CHPê ya li Saraçhaneyê de gotibû “Yên ku şerîatê dixwazin, hûnê werin daleqandin” ji 18 salê biçûktir e.
Doh êvarê, mirovekî ku ji tirsana rûyê xwe veşartibû û beşdarî mîtînga CHPê bûbû, li wê derê jî ji Misilmanên ku ji ber heqareta ji Hezretî Pêxember xwedî li Hezretî Muhammed derdiketin re tehdîdên mirinê kir.
Mirovê ku tehdîdan kir, weha got, “Hûnê hemûyan werin daleqandin. Yên ku di bin navê Îslamîyetê de şerîatê dixwazin, hûnê hebo hebo werin daleqandin. Bila haya we ji we hebe. Hûnê li vê derê werin daleqandin.”
Midûrtîya Ewlehî ya Stenbolê piştî bûyerê daxuyanî da û got ku ew mirov hatîye qefaltin.
Di daxuyanîya ku ji teref ewlehîyê ve hat belavkirin de got ku mirovê ku tehdîdan kirîye Î.Y.U. ye û ji 18 salî jî biçûktir e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr di Sazîya Giştî ya Meclîsê de axivî û destnîşan kir ku divê kovara bi navê “Lemanê” ku Pêxemberê me hedef girtîye bêceza nemîne.
Şewatên daristanan ên ku li navçeyên Çeşme û Odemiş ên Îzmîrê derketin, ji ber bayên bihêz bi lez belav bûn. Sê tax hatin valakirin, û rêya Îzmîr-Çeşme ji ber sedemên ewlehiyê ji trafîkê re hat girtin.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, li Enqereyê bi lijneya HAMASê re hat cem hev, destnîşan kir ku ew ê îzîn nedin ku gengeşîyên dawîn ên ku li herêmê pêk hatine qirkirina li Xezzeyê bidin jibîrkirin.
4 kesên ku derheqê heqaretkirina ji Hezretî Muhammed re ku li ser kovara Lemanê bi karîkaturan pêk anîtine de hatin bûnçavkirin hatin girtin.