Parlamenterê HUDA PARê Ramanli, li Herêma Kurdistanê zîyaretan pêk anît

Berdevk û Parlamenerê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli û lijneya bi wî re, li Herêma Kurdistanê çend zîyaretan li dar xist.
Parlamener Ramanli ji bo “Komxwebata Aştîya Zorane ya Tirkîyeyê” ku Navenda Lêkolînên Rûdawê tertîp kir, çûbû Herêma Kurdistanê.
Ramanli, di çarçoveya zîyaretê de bi partîyên sîyasî û rîspîyan re hevdîtinê kirin.
Serkan Ramanli bi Serokê Eşîra Xoşnavê Newzat Enwer Beg re zîyaretek li dar xist, û bi mezinên eşîra Xoşnavê re sohbetê kir.
“Ji bo meseleya Kurd bingeha çareserîya adil aştîye”
Lijneya Ramanli dûre çû Ofîsa PDK-S û ji teref Sekreterê PDK-Sê Mihemmed Îsmaîl, endamên GÎKê Saît Omer û Hakîm Beşar, Endamê Komîteya Navend Muhammed Şîrîn ve hatin pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de derheqê rewşa mewcud a Sûrîyeyê û siberoja wî, pêvajoya nû ya ku li Tirkîyeyê hatîye destpêkirin, qewetkirina têkilîyan û başkirina rewşa Kurdên li Sûrîyeyê de danûstandina fikran hat kirin. Ramanli di hevdîtinê de got ku “Ji meseleya Kurd re bingeha çareserîya adil aştîye” û got ku partîya wî di warê alîkarîya gihandina vê hedefê de çi rol li ser milê wî bikeve amadeye ku bigre ser milên xwe.
Maddeya herî pêş a hevdîtinê “Pêvajoya Tirkîyeya Bêteror”
Serkan Ramanli û lijneya bi wî re Yekgurtû jî zîyaret kirin û ji teref Dr. Muhammed Hawdîyanî, Dr. Lokman Baskederî, Dr. Fuad Ahmed û Mexdîd Hermezyar ve hatin pêşwazîkirin. Di zîyareta li Yekgirtûyê jî derheqê pêvajoya nû ya li Tirkîyeyê, rewşa sîyasî ya li Herêma Kurdistanê, nerîna gel a ji vê pêvajoyê re û têkkilîyên herdu partîyan de îstîşare hat kirin.
Di lijneya HUDA PARê de Serokê Têkilîyên Derve Huseyîn Îmîr, Endamê Sazîya Îstîşare ya Navend Nasuh Sevînîk û ji Temsîlvanîyên Hewlêrê Mucahîd Şîmşek. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li naçveya Artukluya Mêrdînê 4 wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya zîncîrî de 3 jê zarok 9 kes birîndar bûn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, daxwaz kir ku ev Şeva Mewlûdê bila bibe wesîleya wehdeta ummetê, îhyakirina sinnetê, hîdayeta însanîyetê û di serî de ji bo Xezze bi giştî bibe wesîleya xelasîya mezluman.
Piştî erdheja ku li Efxenistanê pêk hat ji teref AFAD û Hîva Sor ve amûrên alîkarîya însanî hatin amadekirin, alîkarî bi balafira kargoyê ya ji tîpa A400M a aîdê Fermandarîya Hêzên Hewayê ve hat birin.