Parlamenter Ramanli: Heta ku edaleta civakî neyê tesîskirin tu pirsgirêk çareser nabe

Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, Endamê Sazîya Îdareya Giştî Mahmut Şahîn, Serokê Bajarê Bûrsayê Zekî Aras û lijneya bi wan re, li Bûrsayê bi karsaz û temsîlkarên STKyan re hat cem hev.
Ji bernameya ku li navçeya Yildirima navend di kafeyekî taybet de hat tertîpkirin re gelek temsîlkarên STK û karsazan beşdarî bûn.
“Êdî di meseleya Kurdan de pêvajoyekî ku di zemîna sîyaseta sîvîl de bê axavtin heye”
Ramanli derheqê fesihkirina rêxistinê û çekberdanînê de axivî û got, “Êdî di meseleya Kurdan de pêvajoyekî ku di zemîna sîyaseta sîvîl de bê axavtin heye. Hinek merhale derbas bûn. Em bi dilxweşî dişopînin. Heger ev pêvajo ewakî berdewam bike em dikarin êdî meseleya Kurdan li derveyê paranteza teror, şîddet û parçebûnîyê biaxivin. Em dikarin meseleya herî ku dilê me jan dike bi neherikandina xwînê, bi windanekirina can û malan û di warê aborîyê de me neke tengasîyê di bin bana Meclîsê de çareser bikin. Pirsgirêkên me çiqas mezin dibin bila bibin, divê çareserkirina van pirsgrêkan berê me nede tiştên neqanûnî, xeyrîmeşrû, çek û şîddetê. Divê em di vê şiûrê de tevbigerin. Dema ku pirsgirêkên me kronîk dibin û êdî wan pirsgirêkên me dikevin nav rewşekî wisa ku nayê çareserkirin, çawa ku dostên me hene hewqas dijminên me jî hene. Dem bi dem dijminên me ji dostên me zêdetir in. Em ji dijminên xwe re firsedê nedin û meseleyên xwe di nav zemînekî adil de hel bikin. Çareserîyên xeyn ji vêya jî heta niha ji me re tu çareserîyekî neanîtin. Navê wî çareserî bû, lê bi xwe bêçareserî bû. Bi îzna Xwedê em ê vê meseleyê di nav sihulet, aştî û empatîyê de dikarin çareser bikin.”
“Meseleya Filistînê ne meseleyekî ku ji bo sîyaseta navîn were amûrkirin e”
Ramanli di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku rewşa li Filistîn û Xezzeyê ber bi xerabûyê ve diçe, “Ne tenê cîhên ku pevçûn li wê derê hene, li herêmên dinê jî birçîbûnî, bêavî û bêewlehîtî heye. Zarok, pîrek, zilam û îxtîyar tev li ber çavên me di weşana zindî de têne qirkirin. Li hember çeteya barbar û sîyonîst jî dinya û alema Îslamê bêdeng in. Em jî tenê di nav bêçaretîyê de temaşe dikin. Em dizanin ku divê tiştan bikin. Gerek hinek tişt bêne kirin, ev kar ne tiştekî ku çareya wî tineye ye, em wisa bawer dikin. Hemû kes li hev dinêrin. Ev mesele ne meseleyekî ku ji bo sîyaseta navîn were amûrkirin e. Piranîya welatîyên me dilên wan bi Filistînê re ye.”
Bername bi pirsên beşdarvan û bersivên Ramanli dawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di seatên êvarê de li ser rêya TEMê ya Beykozê qezaya zîncîrî pêk hat.
Li navçeya Şehîtkamîla Entabê kantînvanekî dibistana pêşîn, tostên ku çêdikir dikir nav pelên Quranê û bi wî şeklê difroşt, malbatên xwendekaran jî ji vê rewşê re bertek nîşan dan. Walîtî, fealîyetên bazirganîya kantînvanê da sekinandin û tehqîqat da destpêkirin.
Orhan Açikbaş, ku bi salan e li Çewlikê di warên civaka sivîl û siyasetê de wezîfeyên muhîm girtiye ser xwe, di şeva 27ê Gulana 2025an de ji ber qansêra ku demek dirêj bû pê re micadeleyê dida, canê xwe ji dest da.
Li Gungorena Stenbolê, di seatên serê sibehê de di dikanekî de teqînek pêk hat.