Orhan Açikbaş, yek ji navdarên muhîm ên Çewlikê ye, wefat kir

Orhan Açikbaş, ku bi salan e li Çewlikê di warên civaka sivîl û siyasetê de wezîfeyên muhîm girtiye ser xwe, di şeva 27ê Gulana 2025an de ji ber qansêra ku demek dirêj bû pê re micadeleyê dida, canê xwe ji dest da.
Mirina Açikbaş li bajarê wî yê jidayikbûnê, bi xemgîniyek kûr hat pêşwazîkirin.
Açikbaş li Çewlikê ji dayik bû û piraniya jiyana xwe li bajarê xwe derbas kir, bi qasî 10 salan Serokê Komeleya Seyfan bû, di vê demê de bêyî ku tu girêdana sîyasî hebe, pêşengiya çalakiyên yekîtîya civakî, hevgirtin û alîkarîyê kir.
Açikbaş bi vê rola xwe ya çalak di warê civaka sivîl de pesnê raya giştî girt û di sala 2019an de bû Serokê Parêzgeha Çewlikê yê HUDA PARê û di vê demê de bi nêzîkatiya xwe ya çareseriyê ya ji bo pirsgirêkên herêmî bal kişand ser xwe.
Açikbaş piştî nêzîkî du salan di vê wezîfeyê de xizmet kir, di sala 2020an de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê û sedemên malbatî ji wezîfeya xwe îstifa kir.
Orhan Açikbaş, ku di sala 2024an de wek Serokê Meclîsa Bajarê Çewlikê hat hilbijartin, bi komên xebatê yên ku di 16 warên cûda de di bin banê meclîsê de ava kiribûn, bi hevkariya saziyên giştî gelek projeyan pêk anî û beşdarî jiyana bajêr bû.
Orhan Açikbaş di 28ê Gulana 2025an de li Goristana Mezrafakiyê ya Çewlikê hate veşartin. Sersaxî li Mizgefta Saidi Nursî hatin qebûlkirin.
Orhan Açikbaş bi beşdariyên xwe yên di sîyasetê û civaka sivîl de di dilê gelê Çewlikê de cihekî taybet girtibû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî zema ku DİSKÎ li Dîyarbekirê pêk anî, gotina "ji avê erzantir" di nav gel de hema bêje bûye dîrok û fatûreyên avê yên ku bi qasî du qat ji yên mehên berê zêdetir in.
Li ser rêya Xarpêt-Dîyarbekirê 5 wesayît li hev qelibîn, di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, diyar kir ku di operayona ku li Dîyarbekirê hat lidarxistin de; 3 milyon û 476 hezar kenewîra kok û skunka ku qasî 70 ton esrar e hatîye bidestxistin, 7 şikdar jî hatine bidestxistin.
Di seatên êvarê de li ser rêya TEMê ya Beykozê qezaya zîncîrî pêk hat.