Parlamenterê HUDA PARê Ramanli, li Herêma Kurdistanê zîyaretan pêk anît

Berdevk û Parlamenerê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli û lijneya bi wî re, li Herêma Kurdistanê çend zîyaretan li dar xist.
Parlamener Ramanli ji bo “Komxwebata Aştîya Zorane ya Tirkîyeyê” ku Navenda Lêkolînên Rûdawê tertîp kir, çûbû Herêma Kurdistanê.
Ramanli, di çarçoveya zîyaretê de bi partîyên sîyasî û rîspîyan re hevdîtinê kirin.
Serkan Ramanli bi Serokê Eşîra Xoşnavê Newzat Enwer Beg re zîyaretek li dar xist, û bi mezinên eşîra Xoşnavê re sohbetê kir.
“Ji bo meseleya Kurd bingeha çareserîya adil aştîye”
Lijneya Ramanli dûre çû Ofîsa PDK-S û ji teref Sekreterê PDK-Sê Mihemmed Îsmaîl, endamên GÎKê Saît Omer û Hakîm Beşar, Endamê Komîteya Navend Muhammed Şîrîn ve hatin pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de derheqê rewşa mewcud a Sûrîyeyê û siberoja wî, pêvajoya nû ya ku li Tirkîyeyê hatîye destpêkirin, qewetkirina têkilîyan û başkirina rewşa Kurdên li Sûrîyeyê de danûstandina fikran hat kirin. Ramanli di hevdîtinê de got ku “Ji meseleya Kurd re bingeha çareserîya adil aştîye” û got ku partîya wî di warê alîkarîya gihandina vê hedefê de çi rol li ser milê wî bikeve amadeye ku bigre ser milên xwe.
Maddeya herî pêş a hevdîtinê “Pêvajoya Tirkîyeya Bêteror”
Serkan Ramanli û lijneya bi wî re Yekgurtû jî zîyaret kirin û ji teref Dr. Muhammed Hawdîyanî, Dr. Lokman Baskederî, Dr. Fuad Ahmed û Mexdîd Hermezyar ve hatin pêşwazîkirin. Di zîyareta li Yekgirtûyê jî derheqê pêvajoya nû ya li Tirkîyeyê, rewşa sîyasî ya li Herêma Kurdistanê, nerîna gel a ji vê pêvajoyê re û têkkilîyên herdu partîyan de îstîşare hat kirin.
Di lijneya HUDA PARê de Serokê Têkilîyên Derve Huseyîn Îmîr, Endamê Sazîya Îstîşare ya Navend Nasuh Sevînîk û ji Temsîlvanîyên Hewlêrê Mucahîd Şîmşek. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di salvegera şehadeta wî de, şehîd Selahaddîn Uruk, yek ji pêşengên Cemaeta Hîzbûllah bû, li ser gora wî ji teref xizm, hezkirîyên wî û hevalên wî ve hate bîranîn.
Li navenda Êlihê du wesayît li hev qelibîn û wesayîtek bi tesîra qezayê teqle avêt, li gorî diyarîyên ewil 2 kes birîndar bûn.
Saziyên civaka sivîl li Êlihê ji bo hişyarkirina li ser birçîbûn û êşên li Xezzeyê yên ku ji ber êrîş û ambargoyên nêzîkî du salan çêbûne, çalakiyek bêdeng li dar xistin.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Berdevkê Partîyê Yunus Emîroglu nirxandinên partiya xwe yên li ser rojeva hindir û derve bi raya giştî re parve kir.