Palehîya genim berdewam dike: Cotkar kêfxweş e

Palehîya di orta Hezîranê de dest pê kir, li herêmên biav berhem gelek baş e, li herêmên bêav jî mixabin rewş nebaş e.
Li navçeya Çinara Dîyarbekirê 3 hefte berê palehî dest pê kir, berhem rûyê cotkaran kêfxweş kir. cotkaran îfade kirin ku genim li herêmên biav baş e, lê li herêmên bêav jî hêj zerarê cotkar jî temîn nake.
“Berhem li gorî par îsal baş e”
Seyfettîn Solmaz îfade kir ku erdên wî yê biav berhem baş in, “Rewşa genima me baş e, tev erdên biav in. Me lê nihêrt jî, keda xwe kir navê; zibil da, ava wî da, dermana wî kêm nekir. Me nêzê hezar donim genim ajot, berhem baş e. Em wisa hêvî dikir ku di nav donimekî de 500-600 kîlo were lê niha ji wî jî zêdetir hatîye. Li gorî sala parîn îsal baş e. Deynê ceryanê yê sala borî me dike nav zehmetê lê genim îsal xelas dike. Îsal şilî tinebû, dema ku baran barîya jî yên ku ziwa bûbûn ji xwe ziwa bûbûn. Heger baran zêde hebûya ew ê baş bibûna.”
Solmaz derheqê mesrefa xwe de jî axivî û weha got, “Mesref zêde ye. Zibil serê xwe girtîye û diçe, ferqa ceryanê jî jê tineye, mazot ji xwe çûye. Û bi vê şeklê em tiştekî bidestnexist jî zerarê dikin. Fîyeta koma ewil a genim 13 hezar û 750 ye. Fîyet jî li gorî proteînê vediguhere. Taciran bi 12 hezarî difroşin.”
“Em nikarin bighêjin mesrefan”
Necmettîn Solmaz destnîşan kir ku îsal li herêmên ziwa tiştekî baş bidestneket:
“Ji ber ku îsal şilî û baran tinebû li herêmên ziwa tiştekî tineye. Li herêmên biav palehî heye, ew jî ji xwe mesrefên ku hatine kirin xelas nake. Cotkar ji fîyetên ceryan, zibil û mazotê aciz bûye. Niha tona zibilê 30, mazot 55 Lîre ye. Desteka ku dewletê dide me jî temamê wî diçe Dedaşê. Desteka ku dewletê ji bo pemûyê dabû min, min temamê wî da Dedaşê. Niha em genimên xwe kom dikir û ji taciran re difroşin. Ji bona ku mesrefên xwe dikaribin bidin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Evîndarên Pêxember bertek nîşanî êrîşa hovane ya kovara qaşo Leman a li ser Pêxemberê me da û bal kişand ku ev êrîş bi taybetî li dijî alema Îslamê ya 2 milyar kesî û bi giştî li dijî hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn hatiye kirin.
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, di daxuyanîya çapemenîyê ku li Meclîsê li dar xist de, ji karîkatura alçax a kovara Lemanê re bertek nîşan da. Dînç, bang kir li hember êrîşên ji nirxên Îslamî re bêdeng nemînin û ji pêşnîyaza wan a ku ji Meclîsê re pêşkêş kiribûn re destekê xwest.
Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr di Sazîya Giştî ya Meclîsê de axivî û destnîşan kir ku divê kovara bi navê “Lemanê” ku Pêxemberê me hedef girtîye bêceza nemîne.
Şewatên daristanan ên ku li navçeyên Çeşme û Odemiş ên Îzmîrê derketin, ji ber bayên bihêz bi lez belav bûn. Sê tax hatin valakirin, û rêya Îzmîr-Çeşme ji ber sedemên ewlehiyê ji trafîkê re hat girtin.