Li Sînopê otomobîl û erebeya tîcarî li hev qelibîn, di encama qelibînê de 2 jê tixtor 4 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li 15emîn kîlometreya rêbeja Sînop-Boyabatê de qewimî.
Otomobîla ku navê şifêrê wê nayê zanîn, ji sebebek hê ne dîyar bi erebeya tîcarî ya ku tê de personelên tenduristîyê hebûn li hev qelibîn.
Li ser agahdayînê ekîbên îtfaiye, polîs, cendirme û AFADê hatin sewqkirin li cihê bûyerê.
Di qezayê de 2 jê tixtor 4 kes jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Walî Mustfa Ozaslan, Tarokhan Çetînerê Midûrê Ewlehiyê û Ferhat Kuranê Albayê Biqidema Fermandarê Cendirmeyê di cihê bûyerê de lêpirsînan kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Sêwrega Rihayê du karker ji vîncê ketin xwarê, di encamê de karkerekî canê xwe ji dest da, karkerê dinê jî giran birîndar bû.
ÎTTÎHADUL ULEMA, derheqê ketina rejima li Sûrîyeyê de weha got, “Avabûna nîzamekî nû ya Îslamî ku edaleta Îslamê wê tecellî bike, bi taybetî avakirina jiyanekî aştî, dîyalog û bi hev re di nav hizûrê de ya gelê Sûrîyeyê daxwazîya me ya herî mezin e.”
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku li 20 bajaran operasyonên tiryakê hatin lidarxistin, di encamê de 34 kes hatin girtin.
Serokkomar Erdogan, daxuyand ku ew ê di sala 2025an de ji xwendekarên zanîngehê re ji meha çileyê şûn ve ji 2 hezarî wê 3 hezar Lîre bidin.