Wesayîta ku ji kontrolê derket li refûjê qelibî: 4 birîndar
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, wesayîta ku ji bin kontrola şofêr derket derket ser refûjê, di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Qeza, di saetên serê sibehê de li alîyê gundê Qesirbeleka Nisêbînê qewimî.
Li gorî agahîyan wesayîta ku navê şofêr û plaqeya wî nehat hînbûn ji bin kontrola şofêr derket û di çarrê de derket ser refûjê. Di qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Wanê, qurbanên ku ji hêla xêrxwazan ve ji bo nezir, eqîqe û şikirê têne bexşandin, bi rêya Karwana Hêvîyê têne serjêkirin û li malbatên hewcedar têne belavkirin. Herî dawî, goştê 4 qurbanên ku hatine bexşandin li kesên hewcedar hate belavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ji nû ve vebûyî ya derbarê mirina efserê berê yê îstîxbaratê Kaşif Kozînoglu de li girtîgehê, ji bo çar kesan biryara girtinê hat dayîn. Sê şikdar di operasyonên hevdem de li Stenbol û Enqereyê hatin girtin.
Li navçeya Dîvrîgî ya Sêwasê ji 10ê Îlonê vir ve ji bo pitika Bûşra ya 11 mehî ku winda bûbû xebatên lêgerînê didomin. Ji ber îfadeyên cuda yên malbatê tehqîqat hat berfirehkirin û 10 kes hatin binçavkirin.