Li Dîyarbekirê 3 milyon û 476 hezar kenewîra kok û skunk hat bidestxistin

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, diyar kir ku di operayona ku li Dîyarbekirê hat lidarxistin de; 3 milyon û 476 hezar kenewîra kok û skunka ku qasî 70 ton esrar e hatîye bidestxistin, 7 şikdar jî hatine bidestxistin.
Wezîr Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û weha got:
Li Dîyarbekirê di operasyonên ku bi ÎHAyên cenderme û Sîstemên Ku Ji Dûrîtî Ve Tespît Dike ve hatine lidarxistin de; 7 şikdar hatine qefaltin.”
Li gorî daxuyanîya Wezîr Yerlîkaya operasyon di koordînasyona Serdozgerîya Komarîya Hênê û Licê ve hatîye lidarxistin. Û tev de 61 tîmên personelê, 645 personel û Sîstemên Ku Ji Dûrîtî Ve Tespît Dike beşdarî bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bejahiya gundê Cimzerqê yê navçeya Misirca Sêrtê ji ber sedemek nediyar agir bi qasî 60 donim zeviya genim a çandî ket.
Li gundê Xanikêya navçeya Hezexa Şirnexê di sala 2015an de ji teref PKKyîyan ve Muhammed Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhan hatibûn şehîdkirin, herdu şehîd jî di salvegera xwe de li ser gorên xwe hatin yadkirin.
Piştî zema ku DİSKÎ li Dîyarbekirê pêk anî, gotina "ji avê erzantir" di nav gel de hema bêje bûye dîrok û fatûreyên avê yên ku bi qasî du qat ji yên mehên berê zêdetir in.
Li ser rêya Xarpêt-Dîyarbekirê 5 wesayît li hev qelibîn, di encamê de 6 kes birîndar bûn.