Mamosteyê Dibistana Şehîdan Abdulvahap Yersîz, li ser gora xwe hat bîranîn
Şehîd Abdulvahap Yersiz Xoce ku di 6ê Cotmeha 1992an de li navçeya Şemrex a Mêrdînê ji aliyê PKKê ve hatibû kuştin, di salvegera şehadeta wî de ji aliyê xizm û hevalên wî yên dozê ve li ser gora xwe bi dua û merasîmekê hat bîranîn.
Li gundê Xanika Jor ê navçeya Şemrexa Mêrdînê, li ser gora Şehîd Abdulvahap Yersiz ku di 6ê Cotmeha 1992an de ji aliyê PKKê ve hatibû kuştin, li dibistana ku mamostetî lê dikir merasîmek hat lidarxistin.
Bernameya ku bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir, Ekrem Açilan axaftinek pêşkêş kir û ji jiyana Şehîd Abdulvahap Yersîz perçeyên ayetan parve kir û têkoşîna wî ya Îslamî vegot.
Herî dawî dua ha xwendin û bername bidawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
12 sal ji ser qetlîama 6-8ê Cotmehê derbas bû lê hêna jî derheqê wê de axavtin berdewam dikin. Çîmkî mirovên herêmê ji wehşeteke ewakî ku zarokan ji avahîyên bilind avêtine xwarê û hatine şewitandin re şahidîyê nekiribûn.
Yasîn Börü û hevalên wî yên ku di bûyerên 6-8ê Cotmehê de li Dîyarbekirê ji aliyê alîgirên PKKê ve bi hovane hatin kuştin, di 12emîn salvegera şehadeta xwe de bi bernameyek ku ji aliyê Komeleya Mustezefan û Platforma Karawanê Şehîdan ve hatiye lidarxistin, li ser gorên xwe hatin bîranîn.
Li Çorimê wesayîtek û jîpelî li hev qelibîn, di encama qezayê de yek jê zarok 4 kesan canê xwe ji dest dan, 1 kes jî giran birîndar bû.