Li Qonyayê di avahîyekî çar qatî de erdgaz teqîya: 12 birîndar

Li navçeya Karataya Qonyayê di seatên êvarê de di avahîyekî de erdgaz teqîya, welatîyên taxê ji ber teqînê gelek tirsîyan. Di encama teqîna ku di qata 3yemîn a avahîya 12 qatî de çêbû de yek jê giran12 kes birîndar bûn.
Bûyer, di seat 02.00an de li ser Ceddeya Menzîla navçeya Karatayê di avahîyekî de pêk hat. Şênîyên taxê ji ber teqînê gelek tirsîyan û xwe ji malên xwe avêtin derve. Piştî teqînê di xanî de şewat derket.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin. Şewata ku derket bi midexeleya ekîbên îtfaîyeyê hat vemirandin.
Hat diyarkirin ku di cîhê gazê de xerabûnîyekî hebûye û teqîn ji ber wê pêk hatîye.
Walîyê Qonyayê piştî bûyerê hat cîhê bûyerê û lêkolînan kir.
Di encama teqînê de hat hînbûn ku di hinek avahîyan de zerar çêbûye.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Tuzlaya Stenbolê di seatên êvarê de li alîyê marînayê di nav kelekekî de şewat derket. Di encama şewatê de 4 kelek şewitîn û bûn wek xwelîyê.
Li Kanî Reşa Çewligê wesayîtek û qamyonetek li hev qelibîn, di encama qezayê de 1 jê giran 7 kes birîndar bûn.
Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîya es-Sudanî, dê sibe Tirkîyeyê zîyaret bike.
Wesayîta aîdê fîrmaya ZÎMê ku ji sîyonîstan re destekê dide, li Dîyarbekirê hat dîtin, wesayîta ji teref komekî ciwan ve hat protestokirin, li ser wesayîtê “Xezze” hat nivîsandin.