Li Osmaniyeyê 36 kîlo skunk hat bidestxistin: 2 kes hatin girtin
Li Osmaniyeyê, polêsan li ser şûbheyê otomobîlek dan sekinandin û lêgerîn kirin, di bagaja otomobîlê de 36 kîlo skunk dîtin. Du kes hatin binçavkirin û piştre ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Li Osmaniyeyê, ekîbên Şaxa Sûcên Narkotîk ên Daîreya Polêsan a Parêzgehê di çarçoveya têkoşîna xwe ya li dijî tiryakê de, li xaleke kontrolê ya li ser rêya sereke wesayîtek rawestandin.
Di lêgerînê de, di bagajê de 36 kîlogram û 650 gram skunk hat desteserkirin.
V.B.E. û Y.T., şikdarên ku di dema bûyerê de di wesayîtê de bûn, hatin binçavkirin.
Şikdaran ji sûcê "Çêkirin û Bazirganiya Madeyên Hişber an jî yên Hêzdarker" hatin girtin û piştî ku derketin pêşberî dadwer, şandin girtîgehê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Pêşbirka Sîyerê (Jiyana Pêxemberê me), ku îsal ji bo cara 16emîn ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin, bi beşdariyeke mezin li seranserê Tirkîyeyê hate lidarxistin.
Li navçeya Panosê ya Agirîyê qezayek çêbû, otobûseke rêwîyan li zeviyekê qulipî û li gorî agahiyên destpêkê 16 kes birîndar bûn.
Li Çiyayê Makam ê navçeya Erxenî ya Dîyarbekirê, keriyek ji heft bizinên çiyayî hat dîtin. Hebûna vê cureya parastî zindîtiya jiyana kovî ya li herêmê nîşan dide.