Li Meletîyê trên û wesayît li hev qelibîn: 5 birîndar

Li Meletîya Kevn a Meletîyê trênek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn.
Qeza, di derdorê seat 07.00an de li Taxa Çolakogluyê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, trêna bi numareya 521an li wesayîta bi plaqeya 44 HA 771 ya ku di bin îdareya M.Y. de bû xist. Di encama qezayê de bi tevî şofêrê wesayîtê F.Y. (37), M.Y. (27), F.Y. (37), İ.Y. (15) birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, UMKE û cendermeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HUDA PARê, ji Meclîsê re ji bona ku ji heqaretên ku ji nirxên menewî û dînî re têne kirin re cezayên pêximker bê dayîn û ji Qnûna Cezaya Tirk re meddeyekî bi sernavê “Heqareta ji nirxên dînî re” bê zêdekirin pêşnîyarek pêşkêşî Meclîsê kir.
Şêx Sanîîullahê ku wek temsîlkarê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê ji Enqereyê re hat tayînkirin, ji teref Tirkîyeyê ve wek “Sefîrê rayedarê tam” hat qebûlkirin.
Li navçeya Eyyûbîyeya Rihayê di nav dikanekî de nîqaş derket, di encama nîqaşê de du birayên Îraqî bi çekan hatin kuştin.