Li Maltepeya Stenbolê avahiyek 7 qatî hilweşiya
Qata sêyemîn a avahiyek heft qatî li navçeya Maltepe ya Stenbolê hilweşiya. Ji bo derxistina kesên ku di avahiyê de asê mane li taxa Cevizliyê, xebat berdewam dikin.
Qata sêyemîn a avahiyek heft qatî ya li Kolana Dogu ya taxa Cevizliyê ya Maltepeyê ji ber sedemek ku hêj nayê zanîn hilweşiya.
Di saetên serê sibê de, sê qatên jêrîn ên avahiyê hilweşiyan û çar qatên jorîn ber bi aliyekî ve çûn; ji ber talûkeya hilweşîna tevahî li dora avahiyê tedbîr hatin girtin.
Piştî bûyerê, ji bo derxistina kesên ku di avahiyê de asê mane, xebat hatin destpêkirin.
Çîftçî: Dibe ku 7 kes di bin kavilan de bin
Wezîrê Karên Hundir Mustafa Çîftçî diyar kir ku 5 kes ji nav xirbeyên avahiya hilweşiyayî ya li Maltepeya Stenbolê sax hatine derxistin û 10 kes jî bi ewlehî hatine derxistin, û got ku bawer e ku dibe ku 7 kes hêna jî di bin xirbeyan de bin.
Wezîrê Karên Hundir Mustafa Çîftçî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê hilweşîna avahiya li Maltepeyê de daxuyaniyek da.
Çîftçî diyar kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi baldarî û bê navber, bi hevrêziya hemû sazîyên pêwendîdar têne kirin.
Çîftçî ragihand ku heta niha 5 welatî ji nav xirbeyan sax hatine derxistin û rakirine nexweşxaneyan, her wiha 10 welatiyên ku li qatên jorîn ên avahiyê bûn jî bi ewlehî hatine tehliyekirin.
Çîftçî diyar kir ku bi çar welatiyên ku tê bawerkirin di bin xirbeyan de ne re têkilî hatiye danîn û tê texmînkirin ku bi tevahî heft welatî di bin xirbeyan de ne.
2 Mufetîşên Rêveberiya Sivîl hatin wezîfedarkirin
Çiftçî diyar kir ku du Mufetîşên Rêveberiya Sivîl ên ku ji bo lêkolîna hemû aliyên bûyerê hatine erkdarkirin, dest bi karê xwe kirine, û ji welatiyên birîndar re şifaya bilez xwest.
Çîftçî jî ji gelê Maltepeyê re sersaxî xwest. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi minasebeta salvegera 3yemîn a Tofana Eqsayê, Saziyên Civaka Sivîl ên Îslamî li Dîyarbekirê li hev civiyan û bi meşekê ku lidar xistin, silav ji berxwedana pîroz ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve berdewam dike re şandin.
Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê, ji bo gelek herêmên welat hişyarîya barana dijwar da, îfade kir dibe ku li hinek herêman di saetên serê sibehê û êvarê de mij jî hebe.
Li navçeya Maltepe ya Stenbolê, piştî hilweşîna beşek sê qatî ya avahiyek heft qatî, 10 kes hatin rizgarkirin, di heman demê de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo gihîştina du kesên ku di beşa hilweşiyayî de asê mane berdewam dikin. Walîtiya Stenbolê ragihand ku di bûyerê de du kes mirine.
Alîkarê Serokê HUDA PARê û Parlamenterê Entabê Şahzade Demîr, di nirxandina xwe ya salvegera 12emîn a bûyerên 6-8ê Cotmehê de diyar kir ku lêpirsînên li ser êrîşan tenê bi sûcdarên li kolanan ve sînordar bûne, û organîzatorên li pişt bûyeran û hêzên tarî yên di nav dewletê de nehatine şopandin.