Li Mêrdînê qeza: 3 jê zarok 6 kes mirin
Di qezayeke trafîkê de ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qewimî, 6 kes ji heman malbatê, ku 3 ji wan zarok bûn, canê xwe ji dest dan.
Qeza, li Taxa Tepealtî ya li ser rêya Cizîrê ya navçeya Nisêbînê qewimî.
Wesayîta ku nav û plaqeya şofêr û wesayîta wê nehat hînbûn, ji kontrolê derket û ket nav qenaleke avê ya li kêleka rê.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.
Di qezayê de, F. O. (30), G. O. (28), Z. O. (5), M. O. (5), M. Ş. O. (11) û L. O. (9) canê xwe ji dest dan.
Derbarê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî û lijneya pê re di civîna xwe ya li Bexdayê de li ser temînkirina sotemeniyê ji bo bazara navxweyî û ewlehîya zevîyên petrolê li hev kirine.
Li navçeya Xemûr a Agiriyê, di lihevketina qamyonek û wesayîtekî de 5 kes canê xwe ji dest dan û şofêrê qamyonê jî birîndar bû.
Li wîlayeta Taraba ya Nîjeryayê, di êrîşeke çekdarî de deh kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.