Hewramanî: Serokwezîr ji rayedaran xwest ku bila derîyên we ji gel re vekirî be
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî û lijneya pê re di civîna xwe ya li Bexdayê de li ser temînkirina sotemeniyê ji bo bazara navxweyî û ewlehîya zevîyên petrolê li hev kirine.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şandeya hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo çend sernavan hevdîtinek li dar xistin.
Hat îfadekirin ku di hevdîtinê de li ser meseleyên lazimatîya sotemenîyê ya Herêma Kurdistanê, ji bo gelê herêmê temînkirina sotemenîya malê û ewlehîya sehayên petrolê hatine sekinandin.
Ji teref Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ve jî derheqê hevdîtinê de agahî hat dayîn û hat îfadekirin ku maddeya herî girîng û ya ku li ser zêde zêde hatîye sekinandin meseleya petrolê bûye.
Hewramanî, ragihand ku di hevdîtinê de bal li ser temînkirina ji teref hikûmeta federal ve lazimatîya sotemenîya herêmê hatîye kişandin, di meseleya sotemenîya ku ew ê di nav malan de jî werin bikaranîtin de jî bireveberîya Bexdayê bi sekineke erênî sekinîye.
Pêşewa Hewramanî destnîşan kir maddeya dinê ya herî girîng jî parastina sehayên petrolê bûye û ji bo ti pirsgirêkek dernekeve jî li ser garantî dayîna ewlehîyeke tam û saxlem li hev hatîye kirin.
Hewramanî ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî li herêma Badînanê bi gel re hatîye cem hev û ji hemî rayedarên îdarî re jî weha gotîye, “Her çiqas daxwazîya we ya pêşvebirina xizmetê mezin be jî, yê me ji yê we zêdetir e. Her daîm bi gel re di nav hev de bin û derîyê xwe bi ji bo gel vekirî bihêlin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Xemûr a Agiriyê, di lihevketina qamyonek û wesayîtekî de 5 kes canê xwe ji dest dan û şofêrê qamyonê jî birîndar bû.
Li wîlayeta Taraba ya Nîjeryayê, di êrîşeke çekdarî de deh kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di qezayeke trafîkê de ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qewimî, 6 kes ji heman malbatê, ku 3 ji wan zarok bûn, canê xwe ji dest dan.