Li Çorimê jîp û wesayît li hev qelibîn: 4 mirî
Li Çorimê wesayîtek û jîpelî li hev qelibîn, di encama qezayê de yek jê zarok 4 kesan canê xwe ji dest dan, 1 kes jî giran birîndar bû.
Hat hînbûn ku Z.B.Y. û O.C. yên ku di qezayê de canê xwe ji dest dane rojekî berî nîşanî kirine.
Qeza, li alîyê Cerîtbelî ya ser rêya Çorim-Îskîlîpê qewimî. Wesayîta ku di bin îdareya Z.B.Y. de bû û jîpa ku di bin îdareya M.U. de bû ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin. Hat hînbûn ku herdu şofêran Z.B.Y. û M.Y. û H.L.yê 6 salî li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dan.
Mirovên ku di wesayîtan de asê mabûn jî bi xebatên ekîbên îtfaîyeyê ji nav wesayîtan hatin derxistin.
Hat destnîşankirin ku O.C. li nexweşxaneyê deigel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da û M.L. jî li nexweşxaneyê rewşa wê giran e.
Rewşa herî xemgînnev bû ku Z.B.Y. û O.C. rojek berîya qezayê bi hev re nîşanê kirine.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
12 sal ji ser qetlîama 6-8ê Cotmehê derbas bû lê hêna jî derheqê wê de axavtin berdewam dikin. Çîmkî mirovên herêmê ji wehşeteke ewakî ku zarokan ji avahîyên bilind avêtine xwarê û hatine şewitandin re şahidîyê nekiribûn.
Yasîn Börü û hevalên wî yên ku di bûyerên 6-8ê Cotmehê de li Dîyarbekirê ji aliyê alîgirên PKKê ve bi hovane hatin kuştin, di 12emîn salvegera şehadeta xwe de bi bernameyek ku ji aliyê Komeleya Mustezefan û Platforma Karawanê Şehîdan ve hatiye lidarxistin, li ser gorên xwe hatin bîranîn.
Şehîd Abdulvahap Yersiz Xoce ku di 6ê Cotmeha 1992an de li navçeya Şemrex a Mêrdînê ji aliyê PKKê ve hatibû kuştin, di salvegera şehadeta wî de ji aliyê xizm û hevalên wî yên dozê ve li ser gora xwe bi dua û merasîmekê hat bîranîn.