Li Agirî û Wanê perwerdehî hat rawestandin
Li hinek navçeyên Agirî û Wanê ji ber şert û mercên hewayê ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hat dayîn.
Ji bo bûyerên xerab ên ku dibe ku ji ber cemed û barîna berfê pêk were li 2 bajaran ji bo rojekî ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.
Agirî
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Agirîyê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku li gorî meteorolojîyê ew ê roja çarşembê li seranserê welat berf bibare, ji ber vê yekê tedbîr hatin girtin û li seranserê bajêr û gundan dibistan ji bo rojekî hatin rawestandin.
Wan
Hat îfadekirin ku li navçeyên Ebex, Bêgirî û Mehmûdîyê ji ber şert û mercên hewayê ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hat dayîn.
Ji teref Qeymeqamtîyên navçeyan ve daxuyanî hatin belavkirin ku ew vê biryarê li gorî nirxên meteorolojîyê standine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rayedarên Partiya Serweriyê ya ku li Somalîyê xebatên sîyasî dimeşîne, di çarçoveya rêze serdanên xwe yên ji bo Tirkîyeyê de bi rayedarên HUDA PARê re hevdîtin kirin.
Li gorî biryara ku di Rojnameya Fermî de hatîye belavkirin, ji Wezareta Karên Hindir re Walîyê Erziromê Mustafa Çîftçî, ji Wezareta Edaletê re jî Serdozgerê Komarîyê ya Stenbolê Akin Gurlek hatîye anîtin.
Li navçeya Kemaxa Erzîncanê di mezinahîya 4,1an de erdhejek rûda.