Ji Tirkîyeyê Parlamenter ku di nav de Yapicioglu jî heye, ji serokên dewletan re ji bo Xezzeyê “nameya lezgîn” şandin

Ji 10 welatan Parlamenter, ku ji Tirkîyeyê di nav de Seorkê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu jî heye, ji îdarevanên welatên Îslamî re nameyan şandin.
Hat îfadekirin ku parlamenteran ji serokan re di 7 sernavan de bang kirin.
Parlamenterên berê û yên ku niha li ser wezîfeyê ne ku nameyan îmzekirine, ji serokên dewletên ku endamê Teşkîlata Hevkarî ya Îslamê re şandine ev in: Ji Tirkîyeyê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji Cezayîrê Abdulmecîd Munasara, ji Mexrîbê Abdullah Bîn Kîran, ji Misirê Eymen Nur, ji ENdonezyayê Muhammed Hîdaya Nur Wahîd, ji Îraqê Usame Nuceyfî, ji Yemenê Hamîd Bîn Abdullah el-Ahmar, ji Malezyayê Wan Faisal, ji Pakistanê Meşahîd Huseyîn, ji Filistînê Seyyîd Salîm Ebû Mesamîh
Di nameyê de hat gotin mucahid û Xelqê Filistînê li dijî rejima terorê û piştgirên qetlîmê tenê hatine hiştin lê belê armanca rejima terorê ne hew axên Filistînê ye. Hat gotin divê serokên dewletan hew peyv û gotinan nekin têkevin nava tevgerê.
Di nameyê de di bin 7 sernavan de bang li rêvebirên welatan hat kirin:
1 - Divê konvoyek mezin a Îslamî ya alîkariyan were amade kirin û ji 57 welatên Îslamê alîkarî bên şandin Derîyê Sînor ê Refahê.
2 - Divê Teşkîlata Hevkariya Îslamê, di vê çarçoveyê de daxuyanîyek bide û di daxuyanîyê de bê gotin ku astengkirina vê konvoyê sûc e.
3 - Divê bi temamî têkilîyên bi rejima terorê re hene bên qutkirin û meseleya Filistînê li Konseya Ewlehiyê ya NYyê bê axaftin.
4 - Divê gavek hevpar a Îslamî bê avêtin û serokên îşxalker di Mehkemeya Cezayê ya Navnetewî de bên mehkemekirin.
5 - Divê di warê aboriyê de welatên Îslamê hevpar tevbigerin û mueyyîdeyên giran bidin ser rejima terorê û hevparên wê.
6 - Divê medyayeke hevpar bê avakirin û bûyerên li Xezze û Filistînê diqewimin ji dinyayê re bê gotin.
7 - Divê ji bona qerarên berê yên derheqê Filistînê de hatibûn girtin têkeve heyatê teqwîmek bê eşkerekirin.
Di nameyê de hat gotin tiştên li Filistînê diqewimin hew xelqê Filistînê eleqedar nake temamê Misilmanan eleqedar dike û divê bi vî şeklî bê nirxandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Berdevkê Partîyê Yunus Emîroglu nirxandinên partiya xwe yên li ser rojeva hindir û derve bi raya giştî re parve kir.
Cemil Cahit Unsal, Koordînatorê Giştî yê Weqfa Êtîman, destpêkirina kampanyayeke alîkariyê ragihand, û bal kişand ser krîza mirovî ya piştî erdheja 6.0 pileyî ku li rojhilatê Efxenistanê pêk hat. Unsal bal kişand ku alîkariya ji bo welatê birayê me wezîfeya însanî ye.
Li Dîyarbekirê, ji teref Evîndarên Pêxember ve bi minasebeta 1454emîn a salvegera jidayikbûna Pêxemberê me Hz. Muhammed bernameyek hat lidarxistin.
Li naçveya Artukluya Mêrdînê 4 wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya zîncîrî de 3 jê zarok 9 kes birîndar bûn.