Jîngeha xwezayî ya bizinên çiyayî bi kamerayê hat qeydkirin
Li Çiyayê Makam ê navçeya Erxenî ya Dîyarbekirê, keriyek ji heft bizinên çiyayî hat dîtin. Hebûna vê cureya parastî zindîtiya jiyana kovî ya li herêmê nîşan dide.
Jiyana kovî ya li Çiyayê Makamê yê navçeya Erxenîyê ya Dîyarbekirê bi kamerayê hat qeydkirin.
Keriyek ji heft bizinên çiyayî ku li ser erdên kevirî û asê digeriyan, hate kişandin.
Bizinên çiyayî, ku li jîngeha xwe ya xwezayî ya bilind-bilind de dixwin, bi helwesta xwe ya rihet balê dikişandin û carinan di nav keviran de dihatin dîtin.
Pispor dibêjin ku bizinên çiyayî deverên ku çalakiyên mirovan lê sînordar in tercîh dikin.
Rayedar diyar dikin ku ji bo parastina jiyana kovî divê welatî bêtir baldar bin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Pêşbirka Sîyerê (Jiyana Pêxemberê me), ku îsal ji bo cara 16emîn ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin, bi beşdariyeke mezin li seranserê Tirkîyeyê hate lidarxistin.
Li Osmaniyeyê, polêsan li ser şûbheyê otomobîlek dan sekinandin û lêgerîn kirin, di bagaja otomobîlê de 36 kîlo skunk dîtin. Du kes hatin binçavkirin û piştre ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Li navçeya Panosê ya Agirîyê qezayek çêbû, otobûseke rêwîyan li zeviyekê qulipî û li gorî agahiyên destpêkê 16 kes birîndar bûn.