Hejmara karkerên ku li Somayê canê xwe ji dest dane gihîşt 5 kesan
Di hilweşîna madena ku doh li navçeya Soma ya Manîsayê qewimî de, cenazeyên 3 karkerên dinê jî hatin derxistin. Hejmara karkerên ku di hilweşînê de canê xwe ji dest dan gihîşt 5 kesan, 2 karker jî sax hatin rizgarkirin.
Hejmara qurbaniyên hilweşîna madenê ya doh li madena taybet a li navçeya Soma ya Manîsayê gihîşt 5 kesan.
Heft karker di şikeftekê de asê man, di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de, du karker sax hatin rizgarkirin, cenazeyên Halit Ersay û Kerim Oren jî hatin derxistin.
Di xebatên rizgarkirinê yên ku tevahiya şevê berdewam kirin de, cenazeyên bêcan ên Ramazan Înce, Îsa Olcay û Ömer Karakaya yên ku di bin xirbeyan de asê mabûn jî hatin derxistin. Bi vî awayî, hejmara karkerên ku di bûyerê de canê xwe ji dest dane gihîşt 5an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
"Panela Navneteweyî ya Selaheddîn û Qudsê" ku ji hêla HUDA PARê ve bi mijara "Qudsa Selaheddîn" tê lidarxistin, li Rihayê dest pê kir.
Li Meletîyê, di qezaya ku otobûseke servîsa balafirgehê û wesayîteke bazirganî ya sivik li hev ketin de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek diyar kir ku mal û milkên ku di lêpirsînên fonê de hatine desteserkirin, di nav de vîla, wesayîtên luks, erd û hesabên bankayê hene, ew ê ji bo dayîna heqê xwediyên wan ên rastîn werin bikar anîn.