Hejmarê xirbeyên ku hatine vekirin derket 38an

Wezîrê Daristan û Çandinîyê Îbrahîm Yumakli, daxuyand ku 14 xirbeyên dinê jî ku ji ber nexweşînê hatibûn girtin hatin vekirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezîr Yumakli ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku li Tirkîyeyê ji sala 1965an vir ve cara yekem e nexweşîna Şapê (ku jê re têgotin SAT-1) tê dîtin, ji ber vê yekê Wezareta Daristan û Çandinîyê bi lez û bez dest bi tevgerê kir.
Yumakli destnîşan kir ku derman/vaksîna nexweşînê bi lez û bez hatîye amadekirin û ji bona ku nexweşîn zêde belav nebe, tevgerîya ajalan hatîye astengkirin, ji ber vê yekê xirbeyên bajaran hatine girtin.
Yumakli weha got, “Di vê pêvajoyê de 14 milyon doz vaksîn ji 81 bajaran re hatine sewqkirin. Bi xêra vaksînê pêşîya nexweşînê hatîye girtin, lê hêna jî ev pêvajo berdewam dike.
Wezîr Yumakli diyar kir ku li bajarên Colemêrg, Wan, Edîrne, Stenbol, Tekîrdax, Çeneqqele û Kirklarelî, dûre jî bajarên Çorim, Çanqiri, Nîxde, Aksaray, Newşehîr, Kirşehîr, Yozgat, Kirikkale, Enqere, Amasya, Bolû, Dûzce, Zongildax, Bartin, Karabûk, Kastamonû û Sînopê jî xirba heywanan hatin vekirin.
Yumakli destnîşan kir ku xirbeyên Yozgat, Sêwas, Qeyserî, Qonya, Efyon, Eskîşehîr, Kûtehya, Bîlecîk, Bûrsa, Balikesîr, Yalova, Qocaelî û Seqeryayê jî vê hefteyê hatin vekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di salvegera şehadeta wî de, şehîd Selahaddîn Uruk, yek ji pêşengên Cemaeta Hîzbûllah bû, li ser gora wî ji teref xizm, hezkirîyên wî û hevalên wî ve hate bîranîn.
Li navenda Êlihê du wesayît li hev qelibîn û wesayîtek bi tesîra qezayê teqle avêt, li gorî diyarîyên ewil 2 kes birîndar bûn.
Saziyên civaka sivîl li Êlihê ji bo hişyarkirina li ser birçîbûn û êşên li Xezzeyê yên ku ji ber êrîş û ambargoyên nêzîkî du salan çêbûne, çalakiyek bêdeng li dar xistin.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Berdevkê Partîyê Yunus Emîroglu nirxandinên partiya xwe yên li ser rojeva hindir û derve bi raya giştî re parve kir.