Di roja ewil a cejnê de 852 qeza çêbûn

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya got, "Di van qezayan de 5 kesan canê xwe ji dest dan û hezar û 421 kes jî birîndar bûn."
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê kontrol û qezayên ku di 1emîn roja betlaneya 9 rojan de hatin kirin de agahî da, diyar kir ku di nava 24 saetan de 852 qezayên trafîkê çêbûne û di van qezayan de 5 kes mirine û hezar û 421 welatî birîndar bûne.
Her wiha Yerlîkaya diyar kir ku di dema kontrolkirina 407 hezar û 731 wesayitan de, li 24 hezar û 357 wesayitan prosedurên lez û radarê, li 42 hezar û 720 wesayîtan jî tedbîrên din hatine kirin.
Wezîr Yerlîkaya weha got: “Bi hezaran welatiyên me li ser rê bûn ku bi malbat, hezkir û dê û bavên xwe re bigihin hev, hê jî welatiyên me li ser rê ne. Ez dixwazim careke din detayek girîng ku divê em tu carî ji bîr nekin bi bîr bînim: Kembera ewlehiyê. Ji kerema xwe, em ji bîr nekin ku kemberên ewlehiyê di wesayit û seferên xwe yên otobusê de girêbidin. Werin em kemberên xwe girêdin da ku dawiya rê bibe cejn.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Daîreya Cezayê ya 1emîn a Dadgeha Edlî ya Herêma Dîyarbekirê cezayên ku di doza Narîn Guran de hatine dayîn pesend kir.
Li giştîyê Sînopê, ji 1ê Hezîranê heta 31ê Cotmeha 2025an têketina daristanan hat qedexekirin.
Li navçeya Qoçgîra Sêwasê, di madena komirê de dema ku xebat dihat kirin teqîn pêk hat, di encama teqînê de kesekî canê xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.
Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, Endamê Sazîya Îdareya Giştî Mahmut Şahîn, Serokê Bajarê Bûrsayê Zekî Aras û lijneya bi wan re, li Bûrsayê bi karsaz û temsîlkarên STKyan re hat cem hev.