Di operasyonên sûcên sîber de 364 şikdar hatine girtin

Elî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir ragihand ku, di encamê operasyonên ku li dijî sûcên siberê di 10 rojên dawîn hatine kirin de 125 kes hatine girtin, 94 kes jî bi şerta kontrola edlî serbest hatine berdan.
Elî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir ragihand ku, di encamê operasyonên ku li dijî sûcên siberê di 10 rojên dawîn hatine kirin de364 şikdar hatine girtin. Operasyonan li 23 bajaran li dijî sûcên “Xapandin, Behsa Neqanûnî, Mustehcenîya Zarokan a Onlayn û Tacîzê” hatine kirin.
Di xebatan de 125 kes hatine girtin, 94 kes jî bi şerta kontrola edlî serbest hatine berdan. Karên şikdarên din jî hê dewam dike.
Operasyonan li bajarên, Enqere, Antalya, Erdexan, Balikesir, Çeneqqele, Çorum, Diyarbeir, Entab, Gumuşxane, Xetey, Stanbol, Karabuk, Qeyserî, Kirikkale, Kirşehîr, Kocaelî, Mersîn, Nîxde, Ordu, Osmanîye, Sakarya, Sîwas û Wanê hatin kirin.
Yerlîkaya, gel hişyar kir da ku di rewşên şikdar de bila Navenda Bangê yê Acîl a 112an bigerin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encama operasyonên ku ji teref ekîbên Muhafezeya Gumrikan yê Wezareta Bazirganîyê ve li Derîyê Gumrika Sarpê û Stenbolê du cîhan hat de 310 kîlo esrar û 291 kîlo kokaîn hatine bidestxistin.
Di salvegera şehadeta wî de, şehîd Selahaddîn Uruk, yek ji pêşengên Cemaeta Hîzbûllah bû, li ser gora wî ji teref xizm, hezkirîyên wî û hevalên wî ve hate bîranîn.
Li navenda Êlihê du wesayît li hev qelibîn û wesayîtek bi tesîra qezayê teqle avêt, li gorî diyarîyên ewil 2 kes birîndar bûn.