Di Hevdîtina Aliman de peyamên girîng – Beşa 3
Di 11emîn Hevdîtina Alimanan de ku ji hêla ÎTTÎHADUL ULEMA ve hate lidarxistin, Parlamenterê Sûrîyeyê Omer Xerîb, Musacan Er ê ji Tirkistana Rojhilat û Muftiyê Efrîn Selaheddîn Karo axaftinên pêşwaziyê kirin.
Hevdîtina Alimanan, kevneşopiyeke ku ji aliyê ÎTTÎHADUL ULEMA ve hatiye damezrandin, îsal cara 11emîn tê lidarxistin.
Bername li Hola Konferansê ya Mizgefta Selahaddîn Eyûbî ya li navçeya Yenîşehîrê ya Dîyarbekirê dest pê kir. Bernameya du rojan ew ê li ser xebata mîsyonerî, yekîtiya civaka Îslamî û rêbaz û nêzîkatiyên nû di da'wetê de be.
Bername bi xwendina Qur’ana Pîroz dest pê kir. Piştî vê yekê, Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMA Mele Enver Kiliçaslan, axaftina vekirinê kir.
Omer Xerîb: "Li Sûrîyeyê pêdiviyeke me ya cîddî bi xebatê heye"
Parlamenterê Sûrîyeyê Omer Xerîb axaftina pêşwazîkirinê pêşkêş kir.
Xerîb diyar kir ku Sûrîye niha di serdemeke nû de derbas dibe û got, "Piştî 60 salan, piştî rejîma Baasê, em ketine serdemeke nû. Ji ber vê yekê, em bi civateke nû re rû bi rû ne. Civateke ku ne wekî ku me hiştiye ye. Bi rastî, civak gelek guheriye. Ji ber vê yekê, barekî mezin li ser alimên me hatiye danîn, û ew hewce ne ku piştgiriyê bidin me. Em ji bona ku îzzetê bînin Sûrîyeyê û alîkariya El-Eqsayê bikin bi cîddî hewceyî hewildanên we yên li Sûrîyeyê ne. Em di vê mijarê de ji we alîkariyê dixwazin."

Omer Xerîb
Musacan Er: "Çîn li Tirkistana Rojhilat 1001 cure zilm û îşkenceyê pêk tîne"
Paşê Serokê Giştî yê Komeleya Perwerde û Hevgirtina Tirkistana Rojhilat û Alîkarê Serokê Yekîtiya Navneteweyî ya NGOyên Tirkistana Rojhilat Musacan Er axivî û bal kişand ser zilma Çînê ya li Tirkistana Rojhilat.
Er diyar kir ku ji ber ku alim û pêşengên raya giştî yên li wir di girtîgehan de ne û ne gengaz e ku bi wan re têkilî were danîn ew nikare silavan ji Tirkistana Rojhilat bîne, dûre li axavtina xwe zêde kir, "Ew her gav ji bo we dua dikin û li benda duayên we ne."
Er wiha got, "Piştî ku Çînê di sala 1949an de Rojhilatê Tirkistanê îşxal kir, bi armanca tunekirina Misilmanên li Rojhilatê Tirkistanê 1001 cure zilm û îşkence li Misilmanên li Tirkistanê kiriye. Heta niha, zêdetirî 3 mîlyon Misilman di girtîgehên Çînê de rastî îşkenceyê tên. Ew neçar in ku îdeolojiyên ateîst û komunîst ên Mao jiber bikin, ji bona ku wan ji dînê wan dûr bixin nimêj û rojîgirtina wan qedexe dikin."

Musacan Er
Musacan Er tekez kir ku can û milkê Misilmanên Tirkistana Rojhilat ne ewle ye, û diyar kir ku hikûmeta Çînê ji bona ku zilmê li ser çavkaniyên bin erdê û ser erdê yên herêmê bike her tiştî dike.
Er wiha got, "Ji sala 1949an vir ve, xelkê herêmê, Misilman, tenê ji ber ku gotine Rebbê min Xwedê ye, dînê min Îslam e', mehkûmî tunekirinê bûne. Lê wan qet dev jê berneda, wan qet li ber dagirkeriyê serî netewand û ew ê di pêşerojê de jî serî netewînin. Çawa ku Filistînê têkoşîna xwe berdewam kir, xelkê Tirkistana Rojhilat jî wê têkoşîna xwe bidomînin û ji ber ku em bawer dikin ku rojekê ew ê dîsa serbixwe bibin, em têkoşîna xwe bi qasî ku ji destê me tê didomînin û em ji we hemûyan piştgirî û duayan hêvî dikin."

Selahedîn Karo
Muftiyê Efrînê Selahedîn Karo: "Efrîn ew ê wekî berê vegere Îslamê"
Muftiyê Efrîn Selaheddîn Karo di axaftina xwe ya pêşwaziyê de diyar kir ku li Efrîn kesên ku dixwazin di navbera Ereb, Kurd û Tirkan de nelihevkirinê biçînin hene û îddîa dikin ku ev netewe dijminên hev in.
Karo got, "Em nevîyên Selaheddîn in. Em dixwazin bi hev re, mil bi mil, bi birayên xwe re axên xwe nû bikin. Mîrateya me Îslam e. Efrîn ew ê wekî berê vegere Îslamê. Her çend ew bixwazin nasnameya me ya Îslamî ji holê rakin jî, em ê berevajî vê yekê îspat bikin. Êşên me yek in, êşên me kûr in. Lê em ê destên xwe bidin hev." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di 11emîn Civîna Alimanan de ku ji hêla ÎTTÎHADUL ULEMA ve hate lidarxistin, Serokê Weqfa Alimên Medreseyê Mele Tayîp Elçî, Parlamenterê Sûrî Abdulmewla Herîrî û Serokê Dîn-Bîr Derê Yaşar Canbay axaftinên pêşwaziyê kirin.
Li çarrêya Gundoğdu ya Çewlikê di qezaya trafîkê de sê kes birîndar bûn.
Di 11emîn Civîna Alimanan de ku ji aliyê ÎTTÎHADUL ULEMA ve hate lidarxistin, Fethullah Ayte û Ammar Mansur Hilali yên ji Herêma Kurdistanê, lêkolîner û nivîskar Mustafa Kasadar û Serokê UMAD Abdulvahap Ekîncî axaftinên pêşwaziyê kirin.