Îranê, sîxûrekî Mossadê îdam kir

Meqamên daraza Îranê, di seatên serê sibehê de sîxûrekî bi navê Muhsin Lengernișin ku ji rejima sîyonîst re sîxûrtîyê dikir îdam kir.
Li gorî daxuyanîyê Lengernișin, berê ji teref yekîneyên ewlehîya Îranê ve hatibû binçavkirin û di tehqîqatekî kur de, hatibû tespîtkirin ku ew li Gurcistan û Nepalê ji teref Mossadê ve hatîye perwerdekirin.
Hat ragihandin ku sîxûr nêzê du salan ji rejima sîyonîst re xizmetê kirîye, di vê pêvajoyê de ketîye nav çalakîyên terorê.
Çalakîya wî ya herî balkêş jî ev e ku di sala 2022yan de endamê Pasdaranê Albay Seyyad Hudayi bi sûîqestê hatibû şehîdkirin û ew jî di wê sûîqestê de hebûye.
Meqamên Îranê bal kişandin ku micadeley li hember sîxûrtî û fealîyetên terorê bi biryarî berdewam bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 418an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 118 hezar û 91 kesan.
Karwana Hêviyê ji bo vekirina Navenda Diyalîzê ya Hind El Duğma, ku ji ber rejîma dagirker bêkêr bûbû, dest bi xebatên temîrkirinê kir.
Li Fîlîpînanê pênc wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de şeş jê zarok 12 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku agirê daristanan ê ku li herêma çiyayî ya Qudsa îşxalkirî derketiye hêna jî nehatiye kontrolkirin.