Li Fîlîpînanê qeza: 12 mirî, 30 birîndar

Li Fîlîpînanê pênc wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de şeş jê zarok 12 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li bajara Tarlaca navenda rêya Luzona ku li bakurê Manîlayê ye pêk hat.
Rayedaran diyar kirin ku otobûsek, sê wesayît û qamyonekî li hev qelibîn, di qezaya ku bi zîncîrî pêk hat de şeş jê zarok 12 kes mirin.
Di encama qezayê de herî kêm 30 kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin serê ewil otobûs ji paşve li wesayîtekî xistîye û dû re li wesayîtên dinê yên ku ji bo danûstandina heqê rê di sirê de disekinîyan qelibîn.
Polês, derheqê qezayê de tehqîqat da destpêkirin û şofêrê otobûsê jî binçav kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 418an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 118 hezar û 91 kesan.
Karwana Hêviyê ji bo vekirina Navenda Diyalîzê ya Hind El Duğma, ku ji ber rejîma dagirker bêkêr bûbû, dest bi xebatên temîrkirinê kir.
Hat ragihandin ku agirê daristanan ê ku li herêma çiyayî ya Qudsa îşxalkirî derketiye hêna jî nehatiye kontrolkirin.