Rejîma îşxalker di kontrolkirina şewatên daristanan de bi ser nakeve

Hat ragihandin ku agirê daristanan ê ku li herêma çiyayî ya Qudsa îşxalkirî derketiye hêna jî nehatiye kontrolkirin.
Şewateke daristanê ya vê dawiyê nêzîkî 4,500 donim daristan şewitand û şewatên heyî heta niha nêzîkî 5,000 donim daristan şewitandiye. Bi hezaran sîyonîst ji dehan wargehên niştecihbûnê hatin tehliyekirin.
Bi dehan kes piştî ku li ser rêya agirin asê man, rakirin nexweşxaneyê, gelek ji wan ji ber nefesgirtina dûmanê zehmetiyan kişandin. Karbidestên sîyonîst gotin ku agir ji ber bayê bêserûber û nepêşbînîkirî bû.
Îtfaîyeya girêdayê rejîma îşxalker tevahiya şevê û heta saetên sibeha Pêncşemê berdewam kirin da ku agirê daristanê yê ku ji roja Çarşemê ve li seranserê girên Qudsê belav bûbû bixin bin kontrolê. Rayedaran diyar kirin ku hêna jî agir nexistine bin kontrolê.
Balafirên agirkujiyê ji bo vemirandina agirê ku nêzî wargehên sîyonîst dibe, firînên xwe ji nû ve dest pê kirin da ku astengiyan çêbikin da ku agir negihêje malan.
Lêkolînên destpêkê yên li ser çavkaniya şewata daristanan ti delîlên teqez ên şewitandinê nedîtin. Agir li heman cihê ku şewata daristanê ya hefteya borî lê dest pê kiribû dest pê kir, û rayedarên îşxalker gotin ku dibe ku ew çavkaniya şewatên roja Pêncşemê be.
Rojnameya Yedioth Ahronoth ragihand ku 119 tîmên îtfaîyeyê û 10 balafirên agirkujiyê li herêma çiyayî ya Qudsê bi agirê vemirandinê re mijûl dibin û agir li 11 cihan berdewam dike.
Piştî banga alîkariya rejîma îşxalker ji welatên din, tê texmînkirin ku di nav rojê de balafir ji Yewnanistan, Kroatya, Romanya, Fransa, Spanya û Îtalyayê werin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 418an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 118 hezar û 91 kesan.
Karwana Hêviyê ji bo vekirina Navenda Diyalîzê ya Hind El Duğma, ku ji ber rejîma dagirker bêkêr bûbû, dest bi xebatên temîrkirinê kir.
Li Fîlîpînanê pênc wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de şeş jê zarok 12 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kes jî birîndar bûn.