Zextên li ser Filistîniyên li Şerîaya Rojava ya îşxalkeran zêde dibin

Di êrîşên îşxalkeran de li Şerîaya Rojava ya Filistînê ya ku hatiye îşxalkirin du Filistînî birîndar bûn, çeteyên Cihûyan jî li Geliyê El Uyun ê li bakur êrîşî cotkarên Filistînî kirin û berhemên wan wêran kirin.
Li gorî agahiyên ku Ajansa Nûçeyan a Filistînê (Wafa) ragihandiye, artêşa îşxalker êrîşên xwe yên li ser gelek bajarokên Şerîaya Rojava zêde kiriye. Şeva borî, li nuqteya kontrolê ya leşkerî ya li Erefayê, ciwanê Filistînî Îzzedîn Xalid Ebû Rebîye piştî şîddeta leşkerên îşxalker birîndar bû û wî rakirin nexweşxaneyê.
Radyoya Dengê Filistînê ragihand ku îşxalkeran êrîşî bajarokê Dir Ebû Meşalê bakurrojavayê Ramallahê kirin û gaza rondikrêj avêtin. Li bajarokê Berke yê bakurê rojhilatê Ramallahê, di gulebarana hêzên îşxalker de Filistîniyek birîndar bû. Çeteyên Cihûyan êrîşî zeviyên li herêma di navbera Barda û Geliyê El-Uyun de jî kirin; cotkar hatin lêdan û ji zeviyên xwe hatin derxistin, berhemên wan hatin wêrankirin.
Ji aliyekî din ve, li bajarokê Arrabe yê li başûrê Cenînê, leşkerên îşxalker ên bejahî avêtin li ser malan û balafirên bêmirov li ser herêmê firînên keşfê pêk anîn.
Ev êrîşên li Şerîaya Rojava ne tenê cihên jiyanê yên Filistîniyan hedef digirin, lê di heman demê de armanc dikin ku erdên wan desteser bikin û herêmê ji bo niştecihan vekin. Şahid û qurbanî dibêjin ku armanca van êrîşên berdewam koçberkirina Filistîniyan û desteserkirina erdên wan e.
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, di encama zextên zêde yên îşxalkeran li Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhilat de, herî kêm 972 Filistînî şehîd bûne, zêdetirî 7 hezar kes birîndar bûne û zêdetirî 17 hezar kes jî êsîr hatine girtin.
Ev êrîşên ku bi piştgiriya tevahî ya Emrîkayê têne kirin, digel polîtîkayên qirkirinê yên berdewam ên li Xezzeyê, dibin sedema trajediyek mezin a mirovî li ser gelê Filistînê. Heta niha zêdetirî 178,000 Filistînî li Xezzeyê şehîd an birîndar bûne, bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bûne û bi hezaran kes jî winda ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 677an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 125 hezar û 530 kesan.
Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihandin ku wan bi du balafirên bêmirov êrîşek li ser Balafirgeha Lod a li herêma Ceffa ya îşxalkirî pêk anîne û operasyon serkeftî bûye.
Serokê Emrîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn, li ser telefonê axivîn.
Nêzê 1,5 milyon hecîyên ku hatine Mekkeyê, berê xwe dan Erefayê. Rayedarên Siûdî, daxuyandin ku li hember germahîya zêde bi 250 hezar personel û ji 400î zêdetir unîteyên sarkirinê tedbîrên xwe girtine.