Trump û Putîn li ser telefonê hevdîtinê kirin

Serokê Emrîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn, li ser telefonê axivîn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, di daxuyanîya ku li ser hîsaba xwe ya Truth Socialê da de, destnîşan kir ku ew bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn re 1 seat û 15 deqîqe hevdîtinek kirine, “Me êrîşa Ukraynayê ya ku li dijî balafirên Rûsyayê li dar xist û êrîşên herdu alîyan axivîn. Serokê Dewletê Putîn, diyar kir ku ew mecbure ku ji êrîşa dawîn a ku ji balafirgehê re hatîye lidarxistin re bersivê bide.”
Trumpê, hevdîtina ku bi Putîn re lidarxist wek hevdîtineke baş nirxand, destnîşan kir ku ew ê bi vê hevdîtinê aştîyeke zû neyê.
Trumpê, îfade kir ku bi Putîn re meseleya Îranê jî bidestxistine û got, “Me bi hev re axivî ku qewlê biryara Îranê ya derheqê çekên nukleerî de hindik maye û divê ev biryar bi lez û bez bê dayîn. Min ji Serokê Dewletê Putîn re got Îranê nikare xwedî çekên nukleerê bibe yanê divê nebe. Ez wisa difikirim ku em di vê meseleyê wek hev difikirin.”
Donald Trump îfade kir ku Putîn dikare bikeve nav hevdîtinên nukleerî ya bi Îranê re û wê bi vê şeklê jî encameke zû bidestbixin, “Fikra min ew ê ku Îranê di vê meseleyê de biryara xwe dereng dike û divê em di demeke kurt de biryarê bigrin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 677an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 125 hezar û 530 kesan.
Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihandin ku wan bi du balafirên bêmirov êrîşek li ser Balafirgeha Lod a li herêma Ceffa ya îşxalkirî pêk anîne û operasyon serkeftî bûye.
Nêzê 1,5 milyon hecîyên ku hatine Mekkeyê, berê xwe dan Erefayê. Rayedarên Siûdî, daxuyandin ku li hember germahîya zêde bi 250 hezar personel û ji 400î zêdetir unîteyên sarkirinê tedbîrên xwe girtine.