Zelenskî: Di êrîşên asmanî yên Rûsyayê de pênc kes hatin kuştin û 14 kes birîndar bûn
Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand ku di êrîşên artêşa Rûsyayê yên şevê din li seranserê welat de pênc kes, ku yek ji wan zarok e, hatine kuştin û 14 kes jî birîndar bûne.
Zelenskî di parvekirinek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de li ser êrîşên asmanî yên Rûsyayê yên ku bi şev li herêmên cuda yên Ukraynayê hatine kirin agahî da.
Zelenskî diyar kir ku artêşa Rûsyayê di êrîşan de mûşekên balîstîk û wesayîtên hewayî yên bêmirov (UAV) bi kar anîne, û got ku paytext Kîev û wargehên derdorê di nav hedefên sereke de ne.
Zelenskî ragihand ku êrîşan li hinek deveran bûne sedema qutbûna av û ceryanê, û her wiha zirar gihîştiye malan.
Zelenskî diyar kir ku herêmên Odessa, Mykolaiv (Nikolayev), Kirivograd, Rivne û Zhytomyr jî ji êrîşan tesîrdar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşên li ser deverên cuda yên Şerîda Xezzeyê de pênc kes hatin şehîdkirin û gelekên din jî birîndar bûn. Êrîşan wesayîtek, avahiyên niştecihbûnê û gelek deverên din kirin hedef, di heman demê de hêzên îşxalker agirbestê îxlal dikin.
Di lehî û barana dijwar a ku li wîlayeta Uttar Pradesh a Hîndistanê tesîrdar bû de 81 kesan canê xwe ji dest dan.
Sîyonîstên ku bi hinceta cejnên Cihûyan êrîşên xwe yên li ser Mescîda Eqsayê didomînin, îro jî di bin parastina hêzên îşxalker de bi komî ketin hundirê mizgeftê.