Yemenê bi mûşekeke balîstîk a hîpersonîk li dijî balafirgeha Ben Gurionê operasyon li dar xist

Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihandin ku wan bi mûşekeke balîstîk a hîpersonîk balafirgeha Lod (Ben Gurion) a li herêma Yaffa ya îşxalkirî hedef girtin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku operasyon di çarçoveya berpirsiyariya sekinandina li kêleka gelê Filistînî û li dijî komkujî û dorpêça li Xezzeyê de pêk hatiye.
Yekîneyên mûşekî yên Hêzên Çekdar ên Yemenê di operasyona ku li dijî Balafirgeha Lodê bi mûşekên balîstîk ên hîpersonîk pêk anîn de, balafirgeha sivîl a Lodê hedef girtin.
Li gorî daxuyaniyê, mûşek bi serkeftî li hedefa xwe xistiye, bi mîlyonan îşxalkerên sîyonîst ber bi stargehan ve reviyan û trafîka hewayî ya li balafirgehê jî ji bo saetekê rawestiyaye.
Di daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Yemenê de weha hat gotin:
"Li hember qirkirina berdewam a li Xezzeyê, komkujiyên rojane, birçîbûna ji ber dorpêçê û bêçaretiya cîhana Îslamê, em û tevahiya ummeta azad di bin mesulîkeyetekî mezin a dînî, exlaqî û mirovî de ne."
Di vê çarçoveyê de, hate ragihandin ku artêşa Yemenê dê dorpêça ku li ser deverên hewayî û behrê ferz kiriye û berfireh bike. Hate diyarkirin ku qedexeya hewayî ya li ser Balafirgeha Lodê (Ben Gurion), û her wiha sînordarkirinên li ser trafîka behrê ya li Behra Sor û Behra Umanê, dê berdewam bikin.
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: "Bijî Yemena serbixwe! Bila serkeftin ya zarokên azad ên Yemenê û Ummetê be." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Êrîşên rejîma siyonîst li ser rojnamevanên Filistînî bûne sîstematîk. Sendîkaya Rojnamevanên Filistînî ragihand ku di meha Nîsanê de 80 sûcên cuda hatine kirin û 3 rojnamevan şehîd bûne.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 119an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 120 hezar û 214 kesan.
Li wîlayeta Lai Chauya Vîetnamê di înşeata santrala hîdroelektrîkê de ax hezîya, di encamê de herî kêm 5 karker canê xwe ji dest dan.
Li Nîjeryayê ji ber taya Lassayê vê salê hejmarê mirîyan derket 138an.