Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 119an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 119an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 120 hezar û 214 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 109 şehîd û 216 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 2 hezar û 985 kes şehîd bûn, 8 hezar û 173 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Êrîşên rejîma siyonîst li ser rojnamevanên Filistînî bûne sîstematîk. Sendîkaya Rojnamevanên Filistînî ragihand ku di meha Nîsanê de 80 sûcên cuda hatine kirin û 3 rojnamevan şehîd bûne.
Li wîlayeta Lai Chauya Vîetnamê di înşeata santrala hîdroelektrîkê de ax hezîya, di encamê de herî kêm 5 karker canê xwe ji dest dan.
Li Nîjeryayê ji ber taya Lassayê vê salê hejmarê mirîyan derket 138an.