Xezze ji serê sibehê re bi qetlîamekî nû şîyar bû: Sîvîl hatin hedefgirtin, şehîd û birîndar hene

Rejima îşxalker a terorîst di seatên serê sibehê de li Xezzeyê qetlîamekî nû pêk anîtin, di êrîşa gurr de zarok jî di nav de bi dehan Filistînî şehîd bûn, bi dehan sîvîl jî birîndar bûn.
Li herêmên cuda yên Xezzeyê di seatêns erê sibehê de êrîş hatin lidarxistin, di êrîşan de dîsa sîvîl hatin hedefgirtin.
Konên li herêma Mewasî ya Xan Yûnisê ji teref balafirên sîyonîstan ve hat hedefgirtin.
Li gorî diyarîyên ewil 6 kes şehîd bûn, di nav de zarok jî hene 10 kes jî birîndar bûn. Ev herêm, berê ji teref îşxalkeran ve “herêma ewle” hatibû îlankirin.
Li Ceddeya Yafayê malbata Zîno hat hedefgirtin. Di êrîşê de 4 kes şehîd bûn. Xanîya malbatê bi temamî hilweşîya, ekîbên xelaskirinê jî ji bo yên bin kavilan mane xelas bikin dest bi xebatê kirin.
Di êrîşa ku li Taxa Tuffahê ji malekî re hat lidarxistin de du jê zarok 4 kes şehîd bûn. Li bajara Deyr Belahê jî sîvlên ku li ser Ceddeya El-Berkeyê ne hatin hedefgirtin. Di êrîşê de 5 kesan canê xwe ji dest dan. Li heman bajarê, konên li derdorê Nexweşxaneya El Aksayê ye û sîvîlên xwe ji malên xwe bûne di nav de diman jî bi ÎHAyan hatin hedefgirtin, di encamê de 10 kes şehîd bûn.
Li Taxa Kerameya bakurrojhilata Xezzeyê jî dûçarê êrîşa ÎHAyekî bû.
Çavkanîyên tenduristîyê îfade kirin ku li Xezzeyê di êrîşa ku di seatên serê sibehê hatin lidarxistin de herî kêm 32 kes şehîd bûn, ji van jî 24 hebên wan li Xan Yûnisê hatin qetilkirin.
Doh jî êrîşên sîyonîstan bênavber berdewam kiribû, nêzê 100 Filistînî hatibûn şehîdkirin.
Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve di êrîşan de 56 hezar û 647 Filistînî hatine şehîdkirin, nêzê 134 hezar û 105 Filistînî jî hatine birîndarkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çavkanîyên tenduristîyê diyar kirin ku di êrîşên cuda yên li dijî Xezzeyê de ji serê sibehê heta niha 63 Filistînî şehîd bûne.
Li başûrrojavaya Japonyayê di mezinahîya 5,5an de erdhejek pêk hat.
Êrîşên wehşanî yên rejima sîyonîst ên li ser Xezzeyê bênavber berdewam dike. Di nav 24 seatên dawîn de di encama êrîşên hewa û bejahîyê de 116 kes şehîd bûn. Di êrîşan de bi taybetî herêmên sîvîlan hatin hedefgirtin û noqteyên alîkarîya însanî hatin hedefgirtin.
Li bajara Hamaya Sûrîyeyê tankerekî sotemenîyê şewitî û dûre teqîya, di encamê de gelek kesan canê xwe ji dest dan.