UNRWA: 3 hezar tirên alîkarîyê li sînora Xezzeyê têne sekinandin

UNRWA, daxuyand ku ji ber dorpêça rejima îşxalker bi hezaran tirên ku ehemmîyeta wan a jîyanî hene nikarin bikevin nav Xezzeyê.
UNWRA diyar kir ku li alîyê têketina Xezzeyê nêzê 3 hezar tirên alîkarîyê li hêvîya destûrdayînê ne, encax ji ber dorpêça ku rejima îşxalker pêk tîne van tiran hêna jî nikarin bikevin nav herêmê.
Ajans, destnîşan kir ku di nav tiran de amûrên jîyanî wek xwarin, derman û amûrên alîkarîya însan hene. Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku her roj ku van tiran bêne sekinandin û wan alîkarîya ji Xezzeyê re neyên xistin rewşa Xezzeyê dikeve nav talûkeyeke mezin.
Rayedarên UNRWAyê weha gotin, “Van wesayîtên alîkarîyê tenê amûran bar nakin; di heman demê de ji bo bi hezaran însanên ku bi birçîbûnîyê re micadeleyê dikin hêvîyê bar dikin. Encax astengîyên rejima îşxalker, encamên ne însanî derdixe holê.”
Ji ber êrîş û dorpêça ku mehan e li Xezzeyê tê kirin nexweşîn, birçîbûnî û bêavî belav bûye. Li gorî raya giştî ya navneteweyî, astengkirina alîkarîyan a ji teref rejima îşxalker, di warê sûca herbê de tê nirxandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Cîhada Îslamî li Filistînê êrîşa îşxalkerên sîyonîst ên li ser "Keştiya Azadiyê", ku ji bo şikandina dorpêça Xezzeyê ber bi şikandina rê ve çû, bi balafirên bêmirov wekî heqareteke eşkere ya li rûmeta mirovan û delîleke nû ya bikaranîna birçîbûnê wekî çekek di şerê qirkirinê yê li dijî gelê Xezzeyê de bi nav kir.
Tevgera Hamasê êrîşa ku ji teref îşxalkerên sîyonîst ve bi dronan li ser Keştiya Azadiyê, ku ji bo gihandina alîkariya mirovî bo Xezzeyê di avên navneteweyî de bi rê ket, doh êvarê pêk anî, wekî terorîzma dewletê ya rêxistinkirî û korsaniya li deryayên vekirî bi nav kir.
Li peravên Şîlî û Arjantînê di mezinahîya 7,4an de erdhejek pêk hat.
Ebdulmelîk el-Hûsî Serokê Tevgera Ensarullah diyar kir ku Emrîkaya îşxalker di êrîşên xwe yên li ser Yemenê de têk çûye û tekez kir ku vekişîna keştiyên balafiran ên Emrîkayê ji herêmê paşvekişandinek li ber berxwedanê ye.