Ebdulmelîk Hûsî: Keştiyên firokeyên Emrîkayê yên ji berxwedêrên Yemenê direvin

Ebdulmelîk el-Hûsî Serokê Tevgera Ensarullah diyar kir ku Emrîkaya îşxalker di êrîşên xwe yên li ser Yemenê de têk çûye û tekez kir ku vekişîna keştiyên balafiran ên Emrîkayê ji herêmê paşvekişandinek li ber berxwedanê ye.
Rêberê Tevgera Ensarullah a Yemenê, Ebdulmelîk Hûsî di daxuyaniyekê de got ku êrîşên Emrîkayê yên li ser Yemenê dirêjkirina piştgiriya wan ji bo rejîma sîyonîst e. El-Hûsî diyar kir ku van êrîşan encamên ku ew hêvî dikirin nedane û keştîyên şer ên Emrîkayê li hember berxwedana Yemenê gavek paşve avêtine.
El-Hûsî tekez kir ku tiştê ku li Xezzeyê diqewime qirkirineke eşkere ye û got ku rejîma sîyonîst bi hedefgirtina bi hezaran xebatkarên tenduristiyê bi zanebûn hewl dide ku pergala tenduristiyê hilweşîne.
Hûsî diyar kir ku êrîşên sîyonîst ne tenê bi Xezzeyê ve sînordar in û got ku avakirina meqameyên leşkerî yên nû ligel zêdebûna êrîşên li ser axa Lubnanê jî tê wateya dagirkeriyek eşkere. Wî tekez kir ku berxwedana bi biryar a Hizbullahê Lubnanê ji dagirkeriyeke Libnanê ya ji giştî parast.
El-Hûsî her wiha bal kişand ser projeyên sîyonîst ên li dijî Sûrîyeye û Misrê hatine kirin û diyar kir ku Emrîka û rejîma sîyonîst li dijî Ummeta Îslamî şerekî dualî dimeşînin, ku ji hêla leşkerî û medyayê ve tê piştgirîkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 495an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 118 hezar û 366 kesan.
Rêjîma sîyonîst hemû navçeyên Sûrîyeyê ji Şam, Hemayê, Laziqiyê û Derayê kire hedef; Zêdetirî 20 êrîşên hewayî pêk hatin. Hat ragihandin ku êrîş di sala 2025an de herî dijwar bûn.
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (UNOCHA) diyar kir ku stokên xwarinê li Xezzeyê ji ber ku rejîma îşxalker di du mehên dawî de ketina hemî alîkariyên mirovî û amûrên tenduristîyê asteng kiriye bi piranî xilas bûne û gihîştina avê ne mimkin bûye.
Tevgera Berxwedana li Yemenê Ensarullah, daxuyand ku ew li Heyfayê “hedefekî jîyanî” ya sîyonîstê dijmin bi fuzeyên balîstîkî hedef girtin.