HAMAS: Êrîşa li ser Keştiya Azadiyê, terorîzma dewletê ya rejîma sîyonîst e

Tevgera Hamasê êrîşa ku ji teref îşxalkerên sîyonîst ve bi dronan li ser Keştiya Azadiyê, ku ji bo gihandina alîkariya mirovî bo Xezzeyê di avên navneteweyî de bi rê ket, doh êvarê pêk anî, wekî terorîzma dewletê ya rêxistinkirî û korsaniya li deryayên vekirî bi nav kir.
HAMAS di daxuyaniyek nivîskî de diyar kir ku ev kiryar êrîşeke eşkere ya rejîma îşxalker li dijî mirovahiyê, hiqûqa navneteweyî û lêgerîna edaletê ye û wiha got, "Vê sûc careke din karakterê terorîst û nasnameya dijîmirovane ya avahiya sîyonîst eşkere kir."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jiyana çalakvan û ekîba keştiyê di talûkeyeke cîddî de ye û hikûmeta îşxalker a faşîst berpirsiyariya tevahî ya vê êrîşê digire ser xwe. HAMASê diyar kir, "Em bi dil û can hewildanên van dilxwazên wêrek silav dikin û diyar dikin ku em di têkoşîna wan de li kêleka wan in."
HAMAS bang li hemû welatên cîhanê kir ku vê êrîşa hovane şermezar bikin, û diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî û saziyên peywendîdar, bi taybetî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, divê êrîşên rejîma îşxalker rawestînin û rayedarên ku di sûcên şer de beşdar in, radestî dadgehê bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 495an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 118 hezar û 366 kesan.
Rêjîma sîyonîst hemû navçeyên Sûrîyeyê ji Şam, Hemayê, Laziqiyê û Derayê kire hedef; Zêdetirî 20 êrîşên hewayî pêk hatin. Hat ragihandin ku êrîş di sala 2025an de herî dijwar bûn.
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (UNOCHA) diyar kir ku stokên xwarinê li Xezzeyê ji ber ku rejîma îşxalker di du mehên dawî de ketina hemî alîkariyên mirovî û amûrên tenduristîyê asteng kiriye bi piranî xilas bûne û gihîştina avê ne mimkin bûye.
Tevgera Berxwedana li Yemenê Ensarullah, daxuyand ku ew li Heyfayê “hedefekî jîyanî” ya sîyonîstê dijmin bi fuzeyên balîstîkî hedef girtin.