UNICEF: îsraîl li Xezzeyê di nav 2 rojan de 45 zarokan kuşt

Fona Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), daxuyand ku di nav du rojan de li Xezzeyê 45 zarok ji teref rejima sîyonîst ve hatin qetilkirin.
Di daxuyanîya ku hat dayîn de, bal hat kişandin ku zarokên li Xezzeyê bi birçîbûnîyê re micadeleyê didin û di heman demê de jî dûçarê êrîşên wehşîyane dibin.
UNICEF, ji civaka navneteweyî re ji bona ku êş û mirinên ku zarok dijîn bi lez bêne sekinandin daxwazîya tevgerê kir.
Bi tevî vêya WHO jî diyar kir ku binesazîya tenduristîya Xezzeyê bi giranî ji êrîşên sîyonîstan tesîrdar bûye.
Hat diyarkirin ku Nexweşxaneya Ewrûpa ya li Xan Yûnisê ji ber êrîşan nikare xizmetê bide û ji ber vê yekê tedawîyên (cerrahîya mêjî, qelb û qansêrê) hatine sekinandin.
UNICEF û WHO daxuyaneke hevpar dan ku bila êrîşên li dijî sîvîlan bêne sekinandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wekîla qaşo ya rejima sîyonîst Michal Waldiger, di daxuyanîya ku ji Knessetê re da de kuştina zarokên Filistînî parast. Bal hat kişandin ku daxuyanîyên Waldigerê, “Bi zelalî propagandaya sûca herbê” ye, banga tehqîqatê hat kirin.
Derket holê ku bireveberîya Trumpê ji bona ku Xezzeyê bike bajarekî sehlê ew ê 1 milyon Filistînîyan bi zorê koçê Lîbyayê bike. Tê destnîşankirin ji bona ku plan were bicîhkirin ji Lîbyayê re milyar dolar hatin weedkirin.
Rejima sîyonîst ku di warê tunekirina Xezzeyê ya xerîtayê de derbasî merhaleya nû bû, di bin navê “Wesayîtên Herba Gîdeonê” de li dijî temamê Xezzeyê êrîşeke bejahîyê dan destpêkirin. Artêşa îşxalê, îfade kir ku êdî ew ê venekişin û Xezzeyê bi mayînde îşxal bikin.