Ji Trumpê plana sirgûna nû: 1 milyon Xezzeyî wê ji Lîbyayê re bêne şandin

Derket holê ku bireveberîya Trumpê ji bona ku Xezzeyê bike bajarekî sehlê ew ê 1 milyon Filistînîyan bi zorê koçê Lîbyayê bike. Tê destnîşankirin ji bona ku plan were bicîhkirin ji Lîbyayê re milyar dolar hatin weedkirin.
Qenala NBC News a Emrîkayê, di nûçeya xwe ya ku ji 5 çavkanîyan bidestxistîye de, daxuyand ku bireveberîya Serokê Emrîkayê Donald Trump li ser planekî ku 1 milyon Filistînîyan bişîne Lîbyayê dixebitin.
Di xeberê de hat destnîşankirin ku plan ketîye merhaleyekî ciddî, Emrîka vê meseleyê bi Lîbyayê re jî gotûbej kirîye.
Plana nû ya Trumpê, di warê bi zorê jicîhkirina Filistînîyên li Xezzeyê de berê jî daxuyanîyan dabû û teşebûsan kiribû, ev jî berdewama wan in.
Were bibîrxistin ku Trump, dema ku di 25ê Sibatê de li Qesra Spî bi serokwezîrê rejima sîyonîst Binyamîn Netenyahu re hevdîtinê kiribû, îfade kiribû ku ew teklîf kirîye ku Xezzeyîyan ji Misir an jî Urdunê re bişînin, vê teklîfa xwe jî bi sedemên qaşo yên “însanî” ve parastibû.
Ev pêşnîyarî jî ji teref zavê Trumpê Jared Kushnerê ve hatîye dayîn û wek berdewama projeya “Xezzeyê di bin denetima Emrîkayê de ji bajaroka sehlê ya navneteweyî re were veguhertin” li gorî vê planê Xezzeyê ji Filistînîyan ve bê cudaxistin, di cîhê wan de jî navendekî bazirganî û geştyarî ya sermayeya kurewî bê lêkirin.
Bireveberîya Trumpê ji bona ku vêya bide qebûlkirin ji Misir û Urdunê re zextekî mezin da destpêkirin, hetta wan tehdîd kirin ku ew ê alîkarîyên bi milyar dolaran qut bikin. Encax Qahîre û Amman vê teklîfê red kirin. Bi taybetî di Lûtkeya Ereban a ku li Qahîreyê di Adara 2025an de hatibû tertîpkirin de, li hember van zextan peyamekî “Berxwedana Ereban” a hevpar hatibû dayîn.
Li gorî xebera NBCê, niha jî Emrîka çavê xwe ji Lîbyayê re guhertîye. Emrîka, ji Lîbyayê re teklîf kir ku bila Filistînîyan qebûl bike ew ê jî fonên bi milyar dolaran in û qasî 10 sal in hatîye sekinandin serbest berdin. Encax hêna jî nayê zanîn ku gelo Lîbya vê teklîfê qebûl kirîye an jî qebûl nekirîye.
Rejima sîyonîst û hevparên wî yên ku ji bêdengîya alema Îslamê cesaretê digrin, niha jî dîsa dixebitin ku Filistînîyan carekî dinê jî ji warên wan derxin. Encax gelê Filistînê nûjen dike ku, li hember hemû zext û êrîşan dev ji berxwedana xwe ya bi rûmet bernedin û ew ê axên xwe terk nekin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wekîla qaşo ya rejima sîyonîst Michal Waldiger, di daxuyanîya ku ji Knessetê re da de kuştina zarokên Filistînî parast. Bal hat kişandin ku daxuyanîyên Waldigerê, “Bi zelalî propagandaya sûca herbê” ye, banga tehqîqatê hat kirin.
Fona Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), daxuyand ku di nav du rojan de li Xezzeyê 45 zarok ji teref rejima sîyonîst ve hatin qetilkirin.
Rejima sîyonîst ku di warê tunekirina Xezzeyê ya xerîtayê de derbasî merhaleya nû bû, di bin navê “Wesayîtên Herba Gîdeonê” de li dijî temamê Xezzeyê êrîşeke bejahîyê dan destpêkirin. Artêşa îşxalê, îfade kir ku êdî ew ê venekişin û Xezzeyê bi mayînde îşxal bikin.