Tûgayên Qessam, bîlançoyê daxuyandin

Tûgayên Qessam, daxuyadn ku ew li herêmên berxwedanê herî kêm 23 tankên îşxalê bi temamî an jî qismî îmhe kiri, 6 îşxalkeran jî bi nîşandaran kuştine, xanîyekî ku îşxalker jî di nav de ne teqandine.
Tûgayên Qessam yê baskê leşkerî yê HAMASê, li Xezzeyê li dijî siyonîstan û tanqên wan operasyonên xwe didomînin.
Tûgayên Qessam li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî dan û got, “Li Xan Yûnisê û li Bey Lahîyayê herî kêm me 23 tanqên siyonîstan îmhe kirîye. Me gelek wesayitên leşkerî jî bi qismî û an jî bi temamî îmhe kirîye.”
Mucahîdan, li rojhilata Xezzeyê dîmen û vîdeoyên operasyonên ku lidar xistine parve kirin.
Di dîmenên ku hatin parve kirin de tê dîtin ku mucahîd di xaniyekî de kemîn danîne û di dema ku tanq nêzîkê wan dibin de bi roketan li tanqê dixin û tanqê îmhe dikin.
Micahîdan dema ku tanqê îmhe kirin û di dema şewata tanqê de fotoxrafan kişandin.
Nîşangirên Tûgayên Qesssam, li cîhên cûda yên Xezzeyê, 6 leşkerên rejîma îşxalker kûştin.
Mucahîdên Qessam gotin ku bi bombeyên varîlê kemîn danîne û di encamê de me mala ku tê de siyonîst hebûn û wek qerargahê bikar di anîtin jî teqand. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 760an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 119 hezar û 264 kesan.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li bakur-rojhilatê Nîjeryayê zêdetirî 600 hezar zarok di bin talûkeya birçîbûnîyê de ne.
Wekîlê Serokwezîrê Pakistanê û Wezîrê Derve Îshak Dar ragihand ku piştî êrîşa Hindistanê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan şevê bi wî re telefon kiriye û hevxemiya xwe ya ji bo Pakistanê anî ziman.
Ji ber bombebarana firokeyên şer ên rejîma sîyonîst li xwaringehek û bazarek li navçeya El-Rîmal a rojavayê bajarê Xezzeyê, herî kêm 32 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.